Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

248 syf.
10/10 puan verdi
Kurtasîya Pirtûkê
Kurtasî ya pirtûka ÎSLAMÎZM DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ ya Kamal SOLEIMANI DESTPÊK Di DÎROKNUSÎYÊN FERMÎ DE ÎMAJA KURD • Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Kurdî / Nursî û yên wek wan divê wek islamist neyên kategorizekirin. • Ne Ubeydulah ne Şêx Seîd daxwaza pergala xelifetiyê dikirin. • Gelek ji siyasetên modernîzekirin û navendîkirinê ku ji aliyê dewleta osmani ve hatin meşandin paşê ji aliyê qaçaran ve jî hatin meşandin. • Li Tirkiyeyê pirsa Kurd piranî di nav têgehên paşdemayîbûn, dîndarî û eşîrîbûna Kurdan de hat nîqaşkirin û wek paşdemayîbûna herêmî û neserkeftîbûna medenîkirin û entegrekirina bi aboriya neteweyî û bazarê hate nîşandan. • Çaxê desthilata mêtinger hebûn an nasnameya bindestan ji nû ve çêdikin, ew jinûveçêkirina pêk tê realîteya bindestan temsil nake lê wê çeloxwarî dike. • Koma bindest bi awayekî ku însaniyeta wan xuya neke û sûcên koma serdest bê rewakirin tên temsîlkirin. • Esasê rizgarîya neteweyekê ne ya neteweyî ye lê perwerdehî ye. Mifteya perwerdehiyê ziman e. • Bi qewlê Houston, bi vî awayî wan armanc dikirin zimanên ne-serdest têxin halê "heteroglossia (pirzimanî)" ku bi wan zimanan êdî nikare bê fikirîn an "texeyulkirin. • Dîrokên fermî ji kuştin û talankirinê pê ve qala tiştekî wî nakin • Tê gotin li Silêmaniyê Şêx Mehmûd Berzencî kopiyek 14 Madeyên Wilson her tim bi xwe re digerand û bo daxwaza serxwebûna Kurd rewa bike ew wek referans nîşan dida. • Di sala 1920î de, heftê û pênc endamên Kurd hebûn ku wek Kurdistan Mebusları dihatin zanîn di nav mebûsên osmanî yên di parlamentoyê de. Serokê parlamentoyê Seyid Abdulqadir, kurê Şêx Ubeydulahê Nehri bû. • Di 1922yan de ev rewş ji hundir ve û navneteweyî ve guherî û ji bo Kurdan xirab ket. • Kemalîstan qewlên xwe yî dabûn Kurdan neanîn cî û heta di sala 1924an de axaftina bi Kurdî qedexe kirin. • Eşîr an paşdemayîna civakê temsil dikirin. Eşîr dihat mehkûmkirin ku bê tunekirin ji bo xatirê pêşketina kolektîvîteyeke mezintir. • Ideologên wek Gokalp bawer dikirin ku dewleteke pir-neteweyî ne mimkun bû û netewe divê homojen bûya ku dewlet bikaribe bijî. Artêş kakila neteweyê ye ITP û Kemalîst artêşê bi neteweyê ve dikin yek.• Projeya dewletê ya ji bo jinûveparvekirina axê, hedefa wê endezyariya civakî bû. Ev, ji bo guhertina demografiya herêmê û li wir bicîkirina tirkên etnîk hat kirin. Ev jinûveparvekirina axê beriya serhildana Şêx Seîd dewam dikir. • Nemaze, nijada tirk wek dewletsazker tê nasandin. Ji ber vê, dewlet baldar bûye ku bûyeran li gor vê bi çarçove bike. Wek mînak, di sala 1920î de, ji bo piştgiriya Kurdên sunî bi dest bixe, dewletê serhildana Koçgirî wek serhildaneke jirêderketî ya dij-xelife dax kir, lê di komkujiya gelê Dêrsimê ya 1937an de, heydûdî (eşkiyalık) bû têgeha dewletê. • Gokalp pir zêde di bin bandora nerînên Durkheimî de mabû • Gokalp ayeta Qur’anê 59/4a şîrove dike û dibêje “islama heqiqi” ne destê dewletê girê dide di zagonçêkirinê de ne jî ti komên taybet ji bo peywira içtihadê -muhakemeya adli ya serbixwe- wezîfedar kiriye; içtihad mafê herkesi ye û loma saziyek wek Şêxulislami tevi saziyên ruhanî yên din divê bê rakirin • Belavkirina axê (land reform) de endazyeriya etnografik jî hat kirin. • Li ser nave populizmê, zimanê Kurdî li qadên giştî hate qedexekirin (1924); li ser navê rakirina feodalizme, axayên Kurd û rewşenbir ji bo sirgunê hatin şandin rojavaya Tirkiyeyê • 3 Adara 1924an, Diyanet İşleri Başkanlığı, Serokatiya Karu- barên Oli hat Damezrandin . Di vê rewşê de islam bi temami dibe oleke fermi (dewletê). HIZRA ISLAMI YA SIYASI YA MODERN, “ISLAMIZM” Û NETEWEPERWERÎ* • Muhammad ‘Abduh : Ji ber ku tirk dereng bûne misilman, nikaribûne ruhê îslamê fam bikin. • Kewakibi pir zelal dibêje bicianîna peyama Pêxember û vejîna îslamiyetê tenê bi riya damezrandina xelifetiya ereb gengaz e. Di wê baweriyê de ye jî ku xelifeyekî ereb ancax dikare rizgariya (felah) ereban pêk bîne. • Li gor Kewakibi, islam û ereb nikare ji hev bên vegetandin u heyfa xwe lê tîne ku tirk bûne misilman... • Dawiya sedsala 19emîn û destpêka 20emîn de, ereban gotara xelifetiyê ji misilmanên din zêdetir “etnîsize” kirin • Konferansa ji bo vejîna xelîfetiyê di 1926an de li Qahireyê hat lidarxistin. • Ne şert e xwe bêdîn bibîne dema sînorên netewe-dewletê tesdiq dike. • ISIL (deaş) bixwe bertekek erebên suni ye li hember geşedanên ku di dehsalên bori de li Iraq û Sûriyeyê rû dane. • Wek hemû netewe-dewletên din, siyaseta karên derve ya dewletên islami bi gelemperi ji aliyê “berjewendiyên neteweyi” ve tên diyarkirin • Iqbal nîqaş dike ku “hestên welatparêziyê ku hizra neteweyî tine bira mirov, cureyek perestiya objeya materyal e, ev jî li dijî ruhê îslamê ye ku wek protestoyek li hemberî hemû awayên kone û qebe yên putperestiyê peyda bûye. • İslamîst dema tên ser desthilatdariyê, mecbur dimînin gelek fikrên xwe yên mexrûr, “gerdûnî” biterikînin ji ber hewcedariya berjewendiyên banal ên dewletêKURD Û ÇÊKIRINA “XWETIYÊN NETEWEYÎ • Belkî cara yekem, hin gotarên nêz-Kurd ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ên takekes ve hatine nivîsandin, di rojnameyên osmanî de xuya dikirin. Ev nîşandêra rewşeke xeter bû ku neteweya serdest xwe tê de dît. • Tercuman-ı Hakikat de ji Kurda re “Kurdên Biterrî” yanê Kurdên Heywan dihatin binavkirin. Her wisa Curia Durian (rojnameyek nêz-ermen) de Kurdan re, bi giştî heydût (umumen haydut) dibêjin. • Dewleta osmanî hewl dida ermen li hember Kurda kiş bike, taybetî dema hilatina şêx Ubeydulah dît û ermenên herêmê ber bi wî ve çûn. • Dawiya dawî,” digot nivîskar, ermen idia dikin ev der Ermenistan e û li vir cî ji Kurdan re tuneye; divê an hûn koç bikin Iranê yan jî bibin teb’aya me. • Kurd nikaribû xwe bigihênin çapameniyê, heta ya tirkî jî, lê ermen dikaribûn bi hêsani têkevin nav çapameniya ewropî û Kurdan wek hov teswir bikin. • Nivîsek ji Tercuman-ı Hakikat : Gelek gelên li Iraqa ereb, Heleb û hemû herêmên li Şamê, çi tirk be çi ereb be... bêyî Kurdî bizanibin nikarin bibin ulema. Di nav van ulemayan de filozofên wisa hene ku nîqaşên wan ên teolojîk wê Voltaire-ger ji gora xwe rabe û rastî wan were- têk bibira. Lewma wê çare nemaya li hember wan xwe bitewanda û raseriya wan bipejiranda. • Temama gotara şaristanîbûnê ji bo rewakirina îdiayên siyasî yên dijber bû û ji bo piştrastkirina ka kijan civat têra xwe ‘wêrar bûye’ (evolved) da ku bikaribe layiqî dewletbûnê bê dîtin. VEJÎNERIYA ISLAMÎ Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ DI DIWANA ŞÊX ‘UBEYDULAH DE* • Şêx hêza xwe ya yekitiya Kurd (Kur- dish League) ku yekitiyek fireh a Kurdên osmanî û îranî bû, bi kar anî û piraniya beşên Kurdistanê yên di bin desthilata qacaran de bûn, kir bin kontrola xwe. • Şêx têk çû û di navbera artêşên qacar û osmanî de ma. • Şêx şandin bo Stenbolê. Piştî reva wî û vegera ji bo Hekariyê, osmaniyan vê carê ew şand sirgunê bo Hîcazê ku heta koça dawî ya di 1883ya de lê ma. • Lêkolînerên wek David McDowell bêyî ku delîlên pêewle parve bike,” teşebisa Şêx wek “planeke li Stenbolê hatiye amadekirin ku piştevaniyek neîfşakirî pêşkêşî Şêx ‘Ubeydulah kiriye da ku tevgereke ku bikaribe dij-hevsengiyiyekê çêbike li hember tehdida ermenan. Dîsa bi awayekî şibîner, Hakan Özoğlu hewl dide raperîna Şêx tenê wek bertekeke dînî ku tenê bi Stenbolê ve bê girêdan teswîr bike. • Belgeyên osmanî bi awayekî eşkere radigihînin ku dewlet ji bo encamên muhtemel ên raperîna Şêx ên li aliyê osmanî yê sînor ketiye nav fikaran. Wek mînak, Wezîrê Berevaniyê ragihandiye ku Şêx tevî 70,000 çekdarên di bin emrê wî de kontrola hemû Azirbaycana Rojava kiriye destê xwe û serxwebûna Kurd îlan kiriye. • Kaptan Clayton jî di yek raporên xwe de nivisandiye ku Şêx “planeke wi ya berfireh heye bo lihevcivandi na hemû Kurdan bo dewleteke serbixwe.• Ji aliyê Major Trotter ve hatiye teswirkirin dema dibêje çûna Şêx ber bi Iranê ve ihtimal el ji ber fikra ku hikumeta Iranê ji ya Tirkiyeyê genitir bûye û wê hêsantir be serxwebûnê ji desthilata Îranê bistînin.” • Berhema Şêx a helbestî ji me re têra xwe delil dabîn dike ku Şêx islamiyeta ne Kurd çiqas nîqaşbar dîtiye. • Lazim e Kurd dewleta xwe ava bikin da ku bikaribin “dinê xwe yî heqiqi” bijîn. • Nehrî di berhema xwe de Mesnewiya Celaleddîn Rûmî, şairê mutasewifê binavûdeng ê sedsala sezdemîn texlid dike û hewl dide wî ji nû ve bide naskirin. • Ji nameyên wî yên bo Abdulhemid II cuda, Şêx Ubeydulah di helbestên xwe de wek xelife qala Padişah nake. Li gor efserê ûris P. I. Averyanov, Şêx ji meşrûiyeta îdiaya osmani a ji bo xelifetiyê bawer nedikir. (1995: 214-216). Averyanov diyar dike, ev ji aliyê Kurdan jî ku bi giştî bawer dikirin “osmani xelifetiya misilmanan bi darê zorê stendine û hiqûqa îslamîyetê ixlal kirine. • Şêx Ubeydulah di wê nêrînê de bû ku têkçûna tirkên osmanî, digel hejmara wan a zêde, ji nîşaneya têkçûna wan a exlaqî pê ve ne ti tiştek bû • Gazî kiribûn ku beşdarî cîhada li hemberî dagirkirina ûrisan bibin. Şêx dibêje “romi” qe dil nedikirin şer bikin, heta yek ji leşkerên wan wêrekî kiribû ji bo li dijî ûrisan şer bike tevlî Kurdan bûbû, dema hatibû dîtin ji aliyê payebilindên xwe bi tundî hatibû cizakirin. • Dibêje osmanî an romî, wek ku wan bi nav dike, minafiq in, îmana wan tuneye, bi derewa dibêjin em misilman in. • Ez çiqas qala bêedaletiya wan bikim nekim, ew ê li ba tiştên qewimiye ne tiştek be. Romiyan ji bo her yek soza ku di destpêka şer de dane me, bêşerefî kirine. Hemû tiştên me ji bo wan kir berhewa kirin. Wan soz dan wê li xwarina şervanên Kurd miqate bin û wan soza xwe xwar... Kirinên romiyan da xuyakirin ku hemû fedakariya Kurdan hewante çûye. • Tenê mêrxasî û dîndariya ereban bi qasi ya Kurda ye ji ber ku, li gor Şêx, ew ji heman kokê tên. • Şêx’Ubeydulah de têkelbûna neteweperweriyê û dîndariyê bi eşkereyî xuya dike. • Kurd bi giştî wek “paşverû” û “nezan” hatine şayesandin di serdema dawî ya osmani de. • Osmanî bawer dikirin ti milet “bêyî ku ronahiya îlim û îrfana Stenbolê bistînin” nikarin bên asta tegihiştina wan a modern a îslamiyetê. • Lê, xuya ye ev şêwe vejîn jî yên wek ‘Abduh ú Rida cuda dibe ji ber ku ‘Ubeydulah tenê li ser vejîna dînî ya di nav Kurdan de disekine. Şêx piranî bi rewşa Kurdistanê re elaqeder e; ev wî ji vejinerên din en misliman vediqetine. Şêx xuya ye ji Kurdistanê wêdetir bala xwe zêde nade cîhana misilman. Ew qirejiya li Kurdistanê wek qirêjiya teriqetên mutesewif dibîne. • Şêx Ubeydulah aîdê kevneşopekê bû ku di diroka islamiyetê de ji sedaqeta tajdidê (nûkirin) bawer dikir. • Mewlana Xalid, damezrinerê şaxa xalidi ya Teriqeta Neqşibendi • Li gor Şêx Ubeydulah, Kurdistan navenda ilmê bû û li cîhanê bala hemû kesên li dû zanînê digerin dikişand. Bazara ilmê li tirkiyeyê xira bibû û hema bêje alim li ber windabûnê bûn. Ewçax şagirten ilmê ku li ciyên ji navendê dûr dixebitîn, li ser axa Kurdan vir de wê de hatin tirkîyê û dest pê kirin forseke mezin bidin xwe. Ez, nivîskarê naçizane yên van rêzikan, wek şagirtekî li ser riya nîqaş û xebatê ji aliyê hin mirovên şareza hatim handan ku ilmê heqîqetê tiştan bi dest bixim, çawa ku Platon ji aliyê Sokrates hatibû handan. Hemî nivîs di vir de bi cih nebû ÇAVKANÎ : welatmehdi.wordpress.com/2023/10/21/jegi...
WELAT.MEHDI
WELAT.MEHDI
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya Kurdî
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya KurdîKamal Soleimani · Peywend Yayınları · 20182 okunma
·
81 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.