Zextekî dirêj û hêdî tê
Nêzîki lê hîn ne gihaştiyi
Ezê ji hemû rêyan ve bihatama
Werê gotibûm
Lê xwebawerî hema hema nema
ne nêzî beka, ne nêzî fena
bi tije derew, bi tije bera
Şuxlê hebûna min bi tena serê xwe dîyar diki
pîvana nemayinê
Xwe dihedirînim bi hizirina mirinê'r
Tim kil dibim lê ser rê
Nêzî ricafê
Hilmek tije digerim ji zû di
Çawa tê fêm nakim lê hey difetisîni
zelalbûna vê avê
Hey dubare dibin çend cureyên valahîyê
Dem diheri bi dengê alavan û tenê
zaravayên mervê hev bi min re hevaltî dikin
Bêguman, ew jî ne pir nêzîk in
Lê spas dikim
M'adê min dixelîni meşê min î lengerok
Ne hewl didim ne jî difikirim ku rast bikim
Fîz fîza lîr lîrên mini
Axir! tiştekî serketî
Guh nedê, ne pir dijwari
Ez dixurînim û dikolînim çi di binê mabi
Vejenên çêkirî û şemitok ava dikim hew ji bo bîskekê
Xwe zuha dikim bi êrîşa xwe, bi hemû kesayetên xwe re
Hew çend gotin manin di destê min
Ka bêj ezê çawa biqetînim reftarên xwe
ji rîtuelan ve
Xwe dihedirînim bi awazên kelandî.
Destpêk û kaos ku her tim braxwêyên hev in
Mala wan ava, kelecanî tune bû
Ne j' cot û şabûna wan ba
Ji dûr di dinerim
Ji nêz di dinerim
Ji çavê qeşmeran ve dinerim
Piştre ji çavê xwe ve, hema kîjan ez bim.
Çima parvekirin bi tena xwe têr nake?
Ji ber bendewariya bertekan.
Besi ji vê neqandina bêdengî û pestgotinan!
Ji xêra araxê(wek piçekî bi zorê) xew tê, bi êşa serê re
Bêguman, ew jî ne pir nêzîk i.
Gelî herikbar û rawestdaran
De ka werin
Ya bizeliqin
Ya bicehimin
Ez of bûm