Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Zexm vekiriye çavên xwe stêrka gelawêj Di rojên gewrindera serê bajarê silêmaniyê Tofên jiyana şehîdan dixûyê li her derê Xak tepisi ye bi hestên dilên serhildêr Nêz bûye qulincên roja nû di Berbanga vejîna gelê min de Govend e semawend e her çar pariyê warê min Êdi dem hatiye Diqelişe xaq mîna volqanekî bêsebir, bihêz û germ Şîn dibe evînek li Silêmaniyê Li bajarê serhildan û ronakiyê Li warê berxwedan û baweriyê Vîn dibe navê wê, VIYAN dibe Ey viyan Diherike dîrok di nav damarên hizrê te de Û her kêliyê tu, bidengê şîmşala xemgîn, qêrîna zarokên sînema amûdê dibêjî Ew bedenên ku bûne pêtên azadiyê Di her helbestê tu, niştecîhên helepçê dijî Ew laşên ku ser lorikên zarokan heliyayî Tu dibî xendeya ser lêvên zarokên Amedê Ewên pêxas, ewên hejar, ewên birçî û tiyê jiyanê Te bi kesera dilê zarokên welatê min re hûnandiye hestên xwe Te bi şîrê helalê dayîkên min re şûştiye ramanên xwe Lewma VÎYAN Lewma tu bûyî ala leyla çiyan Te xweliyê canê Leyla Qasim xwe werkir Bi agirê Ronahî û Berîvanan, Sema û Zekiyan xwe pijand Û ketî rêça Bêrîtan û Zîlanan Lê tu hê jî ew zarok î Viyan Geş bûyî di nav hewriyan de, û mîna findekî şewq didî vê dîlanê Ev dîlan bi te xweşe Ey Viyan Jina dil bi êşa mezra botan Xifşa lehengê çiyan Tu dibînî û dizanî Çendi dijwar e ev cenga jînê Çi bê emane ev tekoşîna li ser singa xaka pîroz Belê Waye hûr dikin dîsa bi destê xayînan dergûşa dayîka min Çavsor kirine nevîçîrçirkên pehrîwan Dojeh dibare ji devê wan dojeh Bi dilên qerisokî, rûyên cemed, mejûyên tazî êrîş dikin Divên tarî bikin dunê, dest werdidin li rojê Jehrî dikin bedena wê jehrî Lê Çarenûsa me ne eve Gilî, gazin û girî bi me nabe Ma ne te digot mezintirîn çalakî soz bixwe ye. Gava nemîne wateya gotinan sec dihilweşe û gaflet dijî Erê Şervanên Ahûra Mazda jibîr nakin Ji ber ku îxanete jibîr kirin Ew qesemtîna rojê bi sonda ser mirateya şehîdan xwe dispêrine çiyan Çiya paxila dayîke Çiya çeper û sitargehe Çiya kelha berxwedanê rêka azadiyê şûna êvînê ye Çiya Viyan e. Disa bi ser asîmanê me de hat sibatoka reş Pelên dara yek yek wer bibûn li payîza bûhûrî Te hêviyên xwe veşarti bu di wê payîzê de Kanê? Wêneyek te mabû birengê payîzê Rûyê mat,demê zer, ala kesk hebû di wêneyê de Hestên te bibûn qeraxên behran Li her çar qiraxê behrê didan Çavên te ferman dixwandin Û digotin Ezê nehêlim tû caran agirgeha rêber Apo sar bibe Ji ber ku Tu sibat nikarin dûrbikin te Tu bahoz nikarin bîrbikin te Tu befr nikarin sar bikin te Ew e bi tenê hesreta dilê min Rojeke ji rojan serê xwe bidim ser singa rojê Hama kêliyeki û hilmekî pêrabim Bila bêhna wê dagir bike gerdûna min Da ku biherike mina rûbarekî tevahiya giyana min Ku êdi bila ez nemînim Bila ez nemînim li vê dunê Bila sibatok bipêçin termê canê min Dîsa îşev çirûskek ji agir, xwu dêhna canê min wer kir Kela dilê westiyayî difûre îşev Îşev Rengê demsalê xumriye Xûnava bin berfa hûr rûçikê min ramûsin îşev Stêrkên şermok Ahûra nadin pişt ewran Tava heyva penaber koç kiriye îşev Bejn tewandine kulîlkên berfîn, befr balife ji xewnikan re îşev Lê xifşek jiyane di hembêza çiyan de Xwîdan mîna morîkan rêz bûye di eniyan de Çavên sor ber bi jînê, mîna ferîşteheke sêr dikin jînê Rûyê rûpelên spî dialêse pênûsê di dest de Bi hibra dilekî bengîn dinivîsîne helbesteya peyvan Dinvîse ew a temen bîst û çar sala Ev der heftenîn e Nameyek bicîh dibîne îşev Nameyek bicîh dibîne îşev Û bang dike: “Hevalno, dostno û jinên êş kişandî Govendê bigrin Hûn jî dizanin ez pir ji govendê hez dikim Di her dema govendê de ez bi bask dibim û difirim Di nîvê zivistanekî zor û zehmet de Ez Bi agirê bedena xwe peyamek didim Bangamin parastina rêber Apo bilindkirina çalakî û tekoşînê ye Fir dide qulingeke ji hêlînê Destmala sor pêçaye bi guliyên xwe Bejna xwe bi pêt û agir xemilandiye Waye kifş e Hemza serkeftin e tiliyê Ev der heftenîne Bi dengekî şewat, bi bêhna goştê sotî drûşmek bilind dibe îşev... Zeyad Brûsk
··
604 görüntüleme
Neviya Şêx Seîd okurunun profil resmi
Helbesteke pir xweş e. Ez kêfxweş im ku min ew dît:) youtu.be/CL4w_vSj1-s?si=...
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.