Gönderi

Nifşê Şehîd
Wekî wan salên berê bû Rengê berfê reş û tarî Ya ku li ser bajarên berxwedêr Û nifşê şehîd Bêrehm bêrehm dibarî Xuyabû, tofan bû ya ku radibû Lê sûretê azadiyê li ber çava Xeyalên sedsala zindî dikir Li tax û kolanên Ji xendeqan xemilî Qad qada şer bû êdî Keç û xortên nûgiha, bi kelecan Xeşîmên herba giran Dilketiyên welatê xwe bûn Dihatin! Ji bejahî, ji hewa Bi tanga, bi topa û firoka Nevîçirçirkên Elî osmên Nemerd bûn Xwîn tehl û qeşmer bûn! Xwediyê mîrata Fermana Dêrsimê bûn Go bi singûya pêsîrên dayikan jêbibûn Bêjiyên şamanî Û Jehr û ziqûmê bûn Û Axx Naleta dîroka Harpagos Çarenûsa Medîstanê Bi bayekî bezê xayintiyek nûjen Li ser sîng û berê Kurdistana min Direşand, belav dikir Me dît Di nîşangeha Rozayên Sur ê de Têkçûna zaliman Û Di kenê Çiyageran de Me baweriyek şîrhelal dît Me dît Heval û hogirê zarokên piştxendeqan hebûn Li Nisêbîna rengîn Xalit û Yildiz bûn navê wan Piştevan û parasvanên lîstokên wan bûn Bi dilzarokî Bi dilpolayî Yek bi yek xuricîn Konê xwe li asoyan danîn... Me dît Xwezîyên di jêrzemînan de av dixwestin Demsalên me ji desthilanîn dixistin Û di barîna rondikên Temaşevanên bêçare de Can bi can dişewitandin Ji bîr nekin Kêliyên di jêrzemînan de şewitîn Kenê li ser lêvan qerisîn Laşên li kolana cemidîn Ji bîr nekin Banga Mihemed ê gewre Ku digot “me li hember wan çong dananî, hûn jî daneynin”.. Hey neviyên Seyid Riza û Şêx Seîdan Ma hûn ê çûnê bûn Hey delalên ber dilê dayik û bavan Ma hûn ê mirnê bûn Hey Egîdên xwefeda Û zîlanên axa bêmiraz Ma hûn ê vê derbê bûn!...
Necat Baysal
Necat Baysal
·
199 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.