Dosya: Medyaya CivakîJi jimara 166an a kovara Nûbiharê merheba!
Wek pêşgotina edîtorê kovarê brz.Suleyman Çevîk gotî; ez jî gelek bextiyar û şanaz im ku bi xwendineke serûbinî a kovarê li pêşberî we me.
Belê, di vê jimarê de jî dosyayeke têr ê tuje amade kirine, navê dosyayê wek sernav de min nivîsiye; "Medyaya Civakî" ye.
Dosya bi edîtoriya Ahmed Kanî hatiye amadekirin. Nivîskarên dosyayê û mijarên wan evana ne;
- Ahmed Kanî: Medyaya civakî ya Kurdî û girîngiya teyîdkirinê + Di bin bombebarana nûçeyan de dê Kurd çawa bikarin wan teyîd bikin
- Ferid Demirel: Piştrastkirina zanyariyan û rewşa bikarhênerên Kurdên medyaya civakî
- Cemil Oguz: Li ser çapemeniya nû galegala li qehwexaneyê
- Murat Bayram: Hibra li ser kaxezan, kodên li bernameyan û elektronên li ser şaşeyan! Medyaya edetî û ya dîjîtal
- Hasan Kösen: Bikaranîna medyaya civakî ya Kurdî
- Hecî Kardoxî: Medyaya civakî û bikaranîna wê
- Dr.Magded Sapan / ji soranî bo Kurmancî wergêr, Îbrahîm Şadman: Bikaranîna tora civakî li ser Başûrê Kurdistanê
- Doç.Dr.Ekrem Onen / hevpeyvîn, A.Kanî: Medyaya Kurdî hîn di qonaxa partîtiyê de ye
- Welat Tofîq: Rewşa zimanê medyaya civakî li Başûr
- Hesîbe Fayiqî: Rewşa bikaranîna torên civakî li Rojhilat
- Konê Reş: Rewşa medyaya Civakî li Rojava...
belê, digel vê dosyayê de wek her jimarê de hene; çîrok,hevpeyvîn, helbest herwiha sê/3 danasîna kitêbên Kurdî cîh girtine.
Ez ji bilî danasîna dosyayê nivîsên din berfirehî nadim lewre min her jêderkan de çend heb nîşan dabûm. Kovar bi 96 rûpeliya xwe evqas nivîs,helbest,çîrok,hevpeyvînan û digel vana bi dosyayeke têr û tuje li ber we xwînerên hêja ye ku hûn jê sûdê werbigrin. Fermo, bifermin bixwînin û bibînin.
Heta jimareke bi dosyayî (hêvîdarî) xweşxwendîn bin...