Gönderi

150 syf.
·
Not rated
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE Pirtûka Temoyî helbestê ya bi navê 112 Hesp û Xezelek nêzika du mehan e di destê min de ye lê naqede. Ne ji ber dirêjbûna wê, ji ber qewet û kûrbûna wê .. Gava hinekî ketim li nava kitêbê, ji fîlma “the revenent”ê sehneyeke Dicaprio’yî hate li ber çavê min. Heçiyek temaşekirine jixwe zanin Dicaprio di fîlmê de bi rola Hugh Glass dilîze. Hugh Glass nêçîrvan e, bi hevalê xwe re diçe nêçîra ajalên biyanî bo postê wan bi dest bixe. Rojekê li rastî hirçekî tê û hirç wî bîrîndar dike hevalê wî jî pişta xwe didinê û wî li wir dihêlin. Hugh, bo xwe li jiyanê rabigre zikê hespekê diqelişe, dikeve zikê hespê û wusa ji mirinê difilite. Ji min wetrê Temo jî di kitêba xwe de ketiye hindurê hespan lê cudahiyek di nava wan de heye; Hugh (Dicaprio) ji bo xwe vejîne ketiye zikê hespê lê Temo, bo hespê vejîne ketiye zikê hespê. De em wan herdû zilamên qeşeng bidin aliyekî û derbazî lêhûrbûna pirtûkê bin. Wekî hûn jî zanin pirtûka Temoyî helbestê a bi navê 112 Hesp û Xezelek vê payiza sala borî ji weşanênxaneya Darayê derket. Ji xwe berhemên Temoyî ên din jî serkeftî ne û ne hewceyê pesnê min in lê ev a dawî tiştekî neditî ye. Form û Dîtbarî Çima 112? Li gorî gotina nivîskar ev jimar bi taybetî nehatiye bijartin û tiştekî sembolîze nake, jimara helbestan hêdî hêdî li hev zêde bûne û bi awayekî spontane 112 helbest derketine holê. Temoyî navê gelek hespên bê helbestmayî jî di dawiya berhemê de nivisiye û siwarê wan jî diyar kiriye. Kitêb bi 112 helbestên ji devê hespan hatiyê nivisîn û xezeleke bi navê “Xezela sim û pîkolan” pêk tê. Ji wan helbestan 110 heb helbest li ser hespê leheng û navdarên Kurdan hatiye nivisîn, helbesteke bi navê “Cilfîferaz” li ser hespa lehengeke çîrokî hatiye nivîsin siwara wê ‘’Zilfînaz”e (û cudahiyeke wê hespê ew e ku di nav hespên vê pirtûkê de tenê siwarê Cilfîferazê jin e siwarên din hemû mêr in) Temoyî piştî van 111 helbestan ji xwe re rûpelek rezerve kiriye û di helbesta 112’an de bi navê Sêva Sêling helbestek nivîsiye, siwarê vê hespa dawî, şair bi xwe ye. Temoyî girîngiya dîtbarî û stîla helbestê piştguh nekiriye û bi xebateke hûrgilî berhemeke çê derxistiye meydanê. Mîsal risteyên helbestên xwe carina bi forma 1-2-3-4-5 carina jî bi forma 5,4,3,2,1 nivisiye. Ew di suhbetekê de vê formê dişibîne hespeke ji dûr ve tê (1-2-3-4-5) û hespeke ji nêz ve diçe dûr(5-4-3-2-1). Ku hûn gava Xezela Sim û Pîkolan jî binêrin hûn ê bibînin ew jî bi 112 dubendikan pêk tê. Yanî xûya ye ked û xebata sê salan badilhewa neçûye. Mijar û Naverok Wekî tê zanîn jêhatî û bedewiya hespê mirovan ji berê ve tiştekî giring e bo civakê, ji ber vê gelek navdar bi hespê xwe dihatin nasîn. Yanî taybetmendiyên hespê li ser jiyana siwarê wî gelekî bi bandor bû lewma mezinê me gotine; Hesp mirad e. ( di destpêka pirtûkê de ev gotinên pêşiyan heye) Li gorî texmîna nivîskar; hespan di jiyana xwe ya pêşîn de sûcekî zehf mezin kirine ji ber vê sûcê, xwe bi xwe ceza kirine û heta hetayê qedera xwe bi qedera mirovan ve girêdane. Ji ber vê ye hesp carina li rex siwarê xwe mirine û carina jî li dû mirina siwarê xwe tim û tim stûxwar û belengaz mane. Helbet ger ajalek di jiyana me de cihekî ew qas berfireh bigire ew ê di wêjeya me de jî cihê xwe bigire. Ji ber vê, li rex lehengên dîrokê gelemperî behsa hespê wan jî hatiye kirin. Erê di edebiyata me de li ser lehengên me gelek xebat, helbest, roman û hwd hene. Lê hespên wan? Lê hestên hespê wan? Heya Selîm Temo kesî bi awayekî komple, besha ken û giriyên hespan nekiribû, xwe jî bi helbestan ve. ( belkî jî ez li rastî berhemên wusa nehatim, nizanim). Gelek niviskar û şairên me li ber serê lehengên me çong vedan û şîna wan bi nivîsên xwe ve kirin lê heya niha min nedît kesî wekî Temoyî li ber hespekî rûnişt, hundûrê çavê wî/ê nihêrî û jê re helbest nivîsî. Kes mîna wî neketiye tewleya hespeke piştî mirina siwarê xwe bêhogir mayî. Di helbestan de bi çavê hespan li siwarê wan, li malbata siwarên wan û serpêhatiyê wan nihêriye, bîranînên wan bibîranîne paşê bi dilê hespan şîna siwarê wan kiriye, derdê jiyanên wan î nivcomayî kişandiye û kul û kesera piştî têkçûnên wan haniye ziman. Ku em hêza qelema Temoyî jî li mijara vê berhemê zêde bikin hûn ê bînin li ber çavê xwe ka tiştekî çawa derketiye holê.. Spoiler Di vê pirtûkê de gelek lehengên bi serhildanên xwe navê xwe belav kirine, lehengên bi evîna xwe navê belav kirine û navdarên bi awayê din navê xwe dane bihîstin cihê xwe girtine. nava Hûn dikarin ji devê hespê lehengên mîna Xalid Begê Cibrî, Ferzende Beg, Derwêşê Evdî, Evdalê Zeynikê, Mem, Cembelî, Seleheddînê Eyyûbî, Yado,Qeymezê Êzdî, Filîtê Quto û gelek mirovên nas helbestan bixwînin. Dil dixwaze gelek helbestan li wir binîvîse lê zêde spoîleran nedim we, ez ê tenê çend hevok û risteyên gelekî bandor li min kirî li jêr rêz bikim bo hûn hinekî tehma wan binêrin. 1. Elfeysa; siwarê wî Ferzende Begê Hesenî ye. “Silêmanê bav, Besraya hevjîn û Elfeysayê kur; kuştin “Kavil e ew koçka ji sê serhildan û çar têkçûnan mayî Xwişka kêlek danî ber serî jî mir, îcar çi bêjim çi bêjim “ 2. Tîgran; Siwarê wî mihemed elî begê asxûn e. (qesasê mêrê meta xwe) “gulle sar bû birînê de qelsemêr şad vegeriyan nav konan ezê dêlbihine îskeîska min bûye xewna gol û geliyan ti mirin li ti mirîyî nayê, lê ax e ya li benda herkesî diçinge’’ 3. Cindî; siwarê wî Evdalê Zeynikê ye “Hespek im, siwarê min rehwantir ji min, deng e simên wî” 4. Senem; siwarê wî Qeymezê Êzdî ye “Bayekî bêreng bûm darên hişk ez dikirim sedem” 5.Rexşê Belek; siwarê wî Rustemê Zal e ‘’Hespek im ez, dê Xwedê li ser navê min sond bixwe’’ 6.Ereb; siwarê wî Kekê Zîvo ye ‘’Rast dibêjin siwarê min devî bi ken û dilî bi xem e Ti meydanê têra me nedikir em derbasbûn ji sînoran Jiyana min bû yek hevok; rojekê min kurriyek çêbû’’ 7. Xezela sim û pîkolan Lê ruh dikele di qalikekî vala de, jê tê olana malên terikandî Çima herkes hat û rima xwe ya nû ceriband di canê min de. (beyta 92’yan) Herçî ez im du ling zêde bûn li min, hespek im di nîva rê de Ez ê her û her bigirîm li ser wê hespa çavşil a di wê xalîçeyê de (beyta 112’an) …….. Selîm Temo! bi rastî jî tu dizanî ‘ka çi hatiye serê birîndarekê’ Rexne Helbestkar gelek hespên siwarê wan zêde nayê nasîn jî kirine pirtûkê yeqîn xwestiye bala xwîneran bikşîne û wan bide li pey lêkolîna dîroka wan lê bi ya min ev yeka di nav xwe de rîskekê dihewîne. Ji ber ku gava xwîner lehengê helbestê yanî siwarê hespê nas neke dikare ji helbestê dûr bikeve. Yek jî, wexta haya xwîneran ji bûyer, mekan û şexsên di şiirê de derbasdibin tunne be, xwîner nikare bi hêsanî têkeve li nav honaka helbestê. Yanî peyv herçiqas xurt bin jî xwîner dikare xwe di nava rûpelan de biyanî hîs bike. Ya din jî di gelek helbestan de mijar, di nava paşeroj û roja îroyîn de diçe û tê. Hesreta salên borî zêde derketiye pêş. Hesp, bi gelemperî behsa bîranînên xwe û siwarê xwe dikin, mirov dikare di helbestên cuda cuda de li rastî qalkirina têkçûnan bê.(belkî jî şair mecbur maye nizanim). Dibe ku sedema vê xwedubarekirinê ew e ku; axiriya gelek siwaran dişibin hev. Ku em behsa dîzayna berga kitêbê bikin, ew nala li dêrî ve daliqandî oxirê û xwesteka qedereke baş, bexteke baş bo wê malikê temsîl dike, destê Sadik Hangûl sax be. Lê li gorî min zêde balkêş nîne. Wêneyeke balkêştir bûya ê baş bûya. Bo vê berhemê bergeke ji dûr ve xûyakirî lazim bû. Ger mirov li nav qelebalixê yan jî li pirtûkxaneyekî de destê yekî de bibîne û nikaribe nivîsa li ser bixwîne jî divê mirov bi dîzayna bergê ve tê derxe pirtûk ev pirtûk e. Welhasil ger ez gotinên xwe hêdî hêdî berhev kim, li gorî fikra min Temoyî bi vÊ xebata xwe ya taybet di edebiyata me de derezeyeke teze vekir û ez bawerim gelek kesên din ê ji vê deriyê re bi berhemên xwe ve derbasbin. Hûn bi ya min dikin pirtûkxaneya xwe beyî vê şahberhemê nehêlin. Ev dem û her demên we xweş..​​​ Zembîlfroş(29.04.2024)
112 Hesp û Xezelek
112 Hesp û XezelekSelîm Temo · Dara Yayınları · 202314 okunma
··
110 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.