Min di xabê nazikek îro di bax
Min di xabê nazikek îro di bax
dî me go qey hate der dilî ke sax
Lê dema hişyar dibûm min dî du dax
dil disojin jê dirêtin xwîn û yax
Xweş bihar hat li me temmûz û tebax
Ey xwezî min dîba ew re‘na delal
Purs bikir carek tinê dîsa ji hal
Da bigotim dil keîb e bêmecal
Mîslê tûtakan li ber kem nale-nal
Belkî bê rehmê ji lew min ket fîrax
Em dikin ah û enîn û zarîyan
Şubhetê evdal û jarê ser çîyan
Xew nehin hetta seher şev-tarîyan
Her du çeşmê xwe me avêhtin riyan
Belkî bê dilber li ser çav û eyax
Nazika min bes nehin ma ev sebir
Were dil derman ke yan bêje bimir
Yan bike me koleyê te’ht el-emir
Yan evê hicran û azarê bibirr
Ey xwezî mizgîn bîya ew weqt û çax
Ew çi reşbûne di bextê xwe me dî
Qet evê dewranê xeyrê me nedî
Em ji dinyayê tinê tali‘ bed î
Dê wisan bin ey eceb ta ebedî
Ronî nadit bo me jî carek çirax
Kewkeb û necme me nahs e nade rê
Muşterî nayê ji burca qemerê
Ey hawar qet kes nihin bê mehderê
Pirr sewab e bi hedîs û xeberê
Kî ji ahîn û enînan dil ke sax
Felekê derdê dinê berheq kirin
Yek û yek ser qews û birhan sef kirin
Her yekê yek awirek mecref kirin
Wek nîşaban li dilê me xef kirin
Qelb û mêlak dane ber mîzraq û cax
Elleh Ellah ev çi nûr û ruhnî ye
Yûsuf e yan melek e yan perî ye
Roj e heyv e li sema nûranî ye
Sorgul e yan nêrgiza fîrdewsî ye
‘Eynê tubayî ye yan jî belg û çax
Abê heywan zemzem e yan kewser e
Horî ye yan tê ji fîrdewsê der e
Sibe ye yan şeveq e yan seher e
Durr e mercan e eceb yan cewher e
Yan ji nava dil Elî ‘emman e rax
Mele Elîyê Êrsî🌷