Gönderi

88 syf.
·
Not rated
Binehişiya jinane
Fatma savci di pirtûka xwe ya paşîn ya ku îsal ji weşanên avestayê derketî de berê xwe daye rabirdûya xwe. bîranên xwe bi binehişiyeke jinane haniye ziman yeqîn ev xeyseta qelema wê ye, lewra helbestên wê jî hinekî wusa ne. Belkî jî xwestiye li vê taxa edebiyata mêrane bi pênûsa xwe ya mê serî hilde û peyvên xwe raperîne. Gelek peyv û têgihên em ji helbestên wê nas dikin di vê berhemê de jî hatiye birakanîn. Dara gûzê gelek caran li rastî mirovan tê yeqîn di derûnî û bîranînên wê de cihekî xwe yî gelek taybet heye. Berg û dizayna wê ez neheyîrandim, nizanim fikra kê/î ye lê hemû berhemên wê bi vî awayî tên çap kirin. Yanî bi temamî berg an spî an jî rej tê dîzaynkirin paşê sembol û nîgarên din lê têne zidekirin. Remzên li ser bergê jî gelek tiştan ji merivan re dibêjin û ne ji dûrî naveroka pirtûkê ye. Keda Şener Ozmenî sax be. Fatme xanim bi bîranînên xwe yên kurt û cûr bi cûr ,me hêdî hêdî kaşî paşeroja xwe dike, lehengên zarokatiya xwe, malbata xwe yek bi yek li ber çavê me radixe û xwe jî bi zimanekî helbestkî. Yanî qey mirov dibê Xanimê pêşiyê gotiye ez ê dîsa helbest binivîsim û ji nîşka ve biryara xwe guhertiye . Zimanê wê nahêle xwîner lehzekî jî ji honaka nivîsê dûr bikeve, ji ber ku meriv meraq dike ka ê hevoka din de peyvên çawa bikarbîne û çawa bîranînên xwe bişayesîne. Peyvên teze û biwêjên jibîrbûyî bîne li bîra me. Wekî min hêcka jî got lew zimaneke wusa helbestkî ye tu dikarî ji xwe re hîn risteyan jê derxî, qe li ser nelîzî û rasterast têxî li nav helbestekî. Mînak; “Mifteya zemanê em ê lê hebin, di kîjan bîreweriyê de veşartiye?”27 “Kêlên kuştiyan riyên me dibirin” “Zû de ye ne çûkeke xwendiye di strana min de ne kesî nêrgêzek daye li ber pora min. Ez dibim çi yê vê gola cemidî çi ma ji nasên min li vê mişextiyê” rûprl 57 “Lê nêr bû civat, desthilatdarî mêr. Tîr û kevaneke mê bû li wê qada mêran xîreta jinane parast, dengê me da, barê me nedanî heya bi vir”
Bîrgeha Mê
Bîrgeha MêFatma Savci · Avesta Yayınları · 20242 okunma
··
130 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.