Kîjan helbest dê karibe rûkeniya te teswîr bike
Kîjan ferheng dê karibe peyvên pesinînê ji bo çavên te yên behrîn biwelidîne
Nizanim
Û nikarim paletîya ferhengan bikim
Û nikarim parsekiya peyvan bikim li ber derê gevendeyên helbestan
Ez ê ji te hez bikim
Û heza te di beyara dilê xwe de biçînim
Ji miriyan re fatiheyan naxwînim
Li ber dergeha ti xwedayî dûayan nakim
Ji bo vegera te
Ji telqînan hêviyê napêm
Û li ber destê sofiyan parsa çûyînên reştarî nakim
Li behrîbelek suwar bibim, şûrê zulfîqar di destê xwe dim
Û şerê man û nemanê li dar bixim di qada bêevîniyê de
Xwîna kuştiyan ji çavên te re bikim kilên reşahî
Xwêdana paleyan li gerdena te bialim û ji erdê re bendehiya welidîna du zarokan bikim
Yek kur
Yek keç
Kurik hêza evînê
Keçik welidîna hezê
Peyda bikin li nav rana erda bejî
Ji xwedayên yewnanî re pesnan narêsim
Û rismê Zeûs nakim deq û li ser sînga xwe naneqişînim
Ji te re hezê berhev dikim ji kenên zarokên dergûşê
Mertalên kîjan lehengî bidirînim
Dê dêma te di bin de hatibe xêzkirin
Şûrê kîjan şervanî bişikînim
Dê hêsirên çavên te jê birijin bi ser dildariya min ve
Kîjan çiyayî hilweşînim dê bêhna nebûna te jê bifûre
Kîjan kulîlkê biqurmiçînim
Tu yê li şûna wê bibişkivî
Ji min re nebêje hez wisa nîn e
Ji min hez bike
Bibîne dê Mem çawa neçar bimîne ji ber evîna min
Û dê çend Zîn ji dexesiya heza min bifetisin
Bes ji min hez bike
Û bibîne bê ka hezkirin çiye