Gönderi

Çîrokeke Pirr û Pirr Xweş û Balkêş
- Etana - qartel gotiye - ez rêya ezmanan dinasim. Bi hezarên caran di bilindayiya ezmanan de ez firî me. Ger tu bixwaze, ez ê te bigihînim bilindiya herî jor a ezma­nan. Ji bo ku tu bibe xwedî nebata, ku tu xeyala wê dike (nebat a ku li ba Xwedawenda Ezmanan Îştar heye ku zarokê mirovan pê çêdibe). Xwe bi zikî direj bike, pişta xwe bide ber sînga min, ji cihê ku basken min derdikevin bi desten xwe, xwe baş bigre. Bi hevre em ê ji erde bilind bilind bi jor kevin. Bi dilgeşî Etana guhdarî li peyven qartel kirin e. Çawa ku qartel gotiye, Etana jî weha kiriye. Gava qartel dîtiye Etana xwe baş girtiye, basken xwe lexistine û bi jor ve firiye. Ber bi bilindiya ezmanan ve çûye. Bi tirs Etana li erde temaşe kiriye. Bi ser gund û bajaran ketin e, her tişt li erde biçûk û biçûk bûye. - De beje xwediye min - qartel gotiye - erd çawa wekî girek biçûk xuya dike û derya wekî çemekî biçûk. Qartel basken xwe biheztir lêdane. Ew û Etana bi jortir ketin e. - Binere - qartel gotiye - xwediyê min, nuha jî derya wekî cokek ave diyar dibe. Qartel basken xwe dîsa lexistine û gotiye : - Erd jî wekî daristanek biçûk xuya dike, ne weha xwediye min ? Hewqas bi jor ketine ku erd wekî libek genim ber bi çave wan biçûk bûye û derya biqasî dilopek baran biçûk ma ye. Û paşî tiştek ji wan jî nemaye... Tene valayiya ezmanan li derdor , li bin û li jorî wan diyar bûye. Gava Etana bala xwe daye û dîtiye ku li derdora wî tenê valayî heye, tirs ketiye dile wî. - Raweste, tiştek li derdora me nîne, de ka em vegerin - Etana gotiye - Ez dixwazim em vegerin erda xwe. Qartel e ku fêrî bilindiya ezmanan bûye, bê tirs li xwediye xwe vegeriyaye û gotiye : - Tu çi dibêje ya xwediye min ? Em gihiştine hema hema bilindiya heri jor a ezmanan, hinek ma ku daxwaza te ya heri mezin bicîh bibe û tu dixwaze em vege­rin, çawa dibe ? - Zû, zû vegere - Etana dûbare kiriye - Zû vegere cîh ê ku em jê batin. Etana ji tirsan leriziye. Xeberdanên wî jî, ji deve wî bi zore derketin e. Ji vê tirsa mezin çaven xwe girtine û pê hîsaye ku desten wî qurumî ne. Desten xwe berdane... û ji valayiya ezmanan a herî jor ve ketiye. Qartel bi lez daye dûv ku bigihiyê, da wî xelas bike, Le negihiştiye Etana. Kesê ku jiyan daye wî( Etana Jiyana Qertelê xelas kiribû), ew bi xwe ji jiyana xwe bûye. Erd a ku jiyan daye Etana, weha jî, jiyana wî jê paş girtiye.
·
1 plus 1
·
264 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.