Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Şêrko Bêkes --Piste Pistek
êvar bû hemoyê biçûk î boyaxçî li quncikê meydana mezin li nav dilê bajarê şamê serê westiyayî tewandibû wek firça nav destê xwe laşê xweyê zirav bilez bilez dihejand. hemoyî biçûk î eware di ber xwe de bi piste pist ev digot: tu mamoste piyê xwe deyne! tu bazirgan piyê xwe deyne! zabit… casûs… leşker… celad mirovê baş…û mirovê pîç… hûn hemû! yek li pey yekî piyê xwe deynin kes nema tenê xudê ma ez bawer im li wê dinyayê jî xudê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe wê gazî kurdekî bike kî dibê “ew kurd ne ez im” ax dayê! tu dibê pêlavên xudê çi qas mezin bin çend numre ne lingên wî? lê ji bo pere! dayê tu dibê wê xudê çiqasî bide
·
18 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.