Xwendineke çawalêhato
Puan vermedi·96 syf.··
2024 108. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 20 Eylül 2024 22:52
merheba canimler :) Wexta min ev pirtûk da destê xwe, ya rastî min hîç texmîn nedikir ku ez ê hewqas jê hez bikim. Tesîreke mûazzam li ser min hîşt, tu dibê qey min fîlmeke Haneke temaşe kiriye. Pirr li ber dikevim ku min Beroj Akreyî hewqas dereng nas kir. Şêwaz û islûba camêr l'alîkî, yarebbî ew çi qarîzma ye (!) dest û tilîkên te terr û can bin hey Berbirojo... Ev pirtûka kurt û kûr ji çend çîrokan pêk tê ku hemî bi hev ve girêdayî ne. Ji aliyê honandina bûyeran ve jî terzeke serbixwe heye, pirtûk bi temamî ji dîyalogên kurt pêk tê. Di berhemê de serlehengek heye ku em di derheqê wî de ti tiştî nizanin, tenê em pê derdixin ku ew wek kar li pîrejin û kalemêran dinêre, xwarina wan didê, binê wan paqij dike, serê wan dişo û her wekî din. Di bergê pirtûkê yê paşîn da dinivîse, kes û bûyerên van çîrokan ne xeyalî ne, tev de rast in. Beroj Akreyî bi xwe jî tîne ziman ku ev berhem rimêka jiyana wî bi xwe ye. Dema nivîskar li dîyasporayê ye ji bo debara xwe pêk bîne bi lehengê pirtûka xwe re heman karî dike, vê yekê jî wiha tîne ziman: "Hevalên min ji min dipirsîn karê te çi ye? Min digot ez bi şûştina qûna siberoja xwe ve mijûl im." Em vê rewşa Akreyî di gelek berhemên din ên nivîskarên Kurd de jî dibînin. Lehengê pirtûka 'Hotel Europe' Mihemedê Hecîzade dema li Ewropayê dibe penaber, bona ku nanekî germ di gewrîya wî re derbas bibe bi dehan karên cuda de dixebite, axirîyê da şerpeze dibe; dîsa lehengên di pirtûka 'Barê Şevê' de, ji Kurdistanê bi rê dikevin wek penaber diçin Parîsê, li wir ji hev vediqetin, her yek rastê gelek bobelatan tên, axirîya wan jî dibe mirin lê ne li xaka xwe..ev mînak dikarin bên zêdekirin helbet, lê di vir de rastiyek heye ku tim dubare dibe: xêra Ewropayê ji me re tune ye, divê em hewqas bi hêsanî terka welatê xwe nekin. Wekî Ferhad Pîrbal jî dibêje Ewropa ji me re wek Hotêlekê ye. Hotêl, nîşaneya neaîdbûn, mêvanbûn û bêcihûwarbûnê ye. Welhasil qewlê pîrka min divê meriv lingê xwe li kodika xwe nexe, tême destê te pîrê! Konûdan baximsiz: xwezî ez rojekî biçûma Newroza Akreyê..
Em Li Vir İnBeroj Akreyi · Avesta Yayınları · 20128 okunma
··
709 Gösterim
3 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Tiştê ez herî meraq dikim li ser pirtûkan bersivê wan li gel te ye yaw , 🌾🌼🥂
Şeyma
Gönderi Sahibi
Kêfxweş bûm jannim 🤪😃🤗💐
Şeyma
Gönderi Sahibi
Herçî dixwazin caxnim Beroj Akreyî ji nêz ve binasin, bi fermo: youtu.be/JUlVrJzJSp0?fea...
Destxweş, şîroveyek têr û tije, -min Berok Akreyî rû bi rû nas kiribû-, ket lîsta xwendin min :)
Şeyma
Gönderi Sahibi
Gelek spas. Te çima vêya got ez pirr qisqanmîş bûm 🥲 hêvî dikim rojek beriya rojekî bixwînî.