Gönderi

Xorto!
maşallah ji zanîna te re, te xitim kiriye zanist, daqurtandiye îlmê Marks xuyaye tu dizanî ku Lenîn kîngê û li kuderê çi gotiye herçî Engels e divê ji te bê pirsîn bi vê zanîna xwe xorto te îlmê Marksîzmê qedandiye. Her weha tu xorto wek xortekî Enternasyonal bêguman tu hay ji Wîetnamê, Qamboçyayê, Kûbayê, Erîtreyê, Guatamalayê... heta tu hay ji çar aliyê dinê heyî. bi ser de tu xorto, tu nav bi nav şoreşgerên navneteweyî dinasî tê bêjî te, di milê Qastro û Che Guevara de şer kiriye! hella ji zanîna te re hella û barîkellah, hella û sed maşallah, aferîm ji te re xorto! tu her bijî xortê Enternasyonal! niha ez fêm dikim, tu çima napeyîvî bi Kurdî dostê hêja, hevalê delal belê bi destûra te: ez dixwazim ji te bikim çend pirs û sûal gelo tu bi Eliyê Herîrî dizanî? te qet bihîstiye Melayî Cizîrî? te qet xwendiye Ehmedê Xanî? te hay heye ji Feqiyê Teyran, Ubeydullah Nehrî, Bedirxan Begê Botî, Şêx Mehmud Berzencî, Şêx Seîdê Kal, Seyid Riza, Celadet Bedirxan, Qadî Mihammed, Serok barzanî ka bêje xorto tu li ser vana çi dizanî? xorto! bo çi eniya te qermiçî! bo çi tu lêva xwe gez dikî! bo çi tu mirûzê xwe nexweş dikî! tewer ew rûtirşiya te! nebû xortê delal nebû! ji kerema xwe xorto tu wê Enternasyonaliya xwe li dereke din bifiroşe hêviya min ji te, bese êdi! me nedoşe.
··
145 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Kurdên marksîst netewehez in, piraniya wan zimanê xwe baş dizanin, bi zimanê xwe diaxivin, dixwînin û dinivîsin.