·152 syf.··Beğendi
···Okunma: 30 Kasım 2024 10:46 "Ziman; cîhanê, her roj ji nû va ava dike..."
Eve demeke dirêj e min berhemeke hewqas serkeftî, bi tehm û têrgoşt nexwendibû. Tê da çi tune ka :) Ne tiştekî hêsan e ku nivîskar rastî û xeyalê di binê guhê hev bixe, di navberê da hewqas teknîkan bi kar bîne, di taliya talî jî ji heqê wê derkeve. Gelek caran nivîskar di nîvî rê de têk diçin an jî tê da gut dibin, nikarin jê derkevin, lê Kamuran Çakir yek ji wan nivîskaran e ku dawiya tunelê dîtiye.
Nivîskarê me ji Serhedê ye, ji êla çuxuriyan e, [ ez jî çuxurî me ji ber wê ekstra hej jê dikem:) ] ev, berhema wî ya ewil e û ji nav weşanên Pallê derçûye. Ya rastî piştî hevnasîna vê berhemê, ji bo edebiyata Kurdî, hêviya min geştir bû. Cara ewil nebe jî yek ji wan kêm caran e ku ez dibînim berhemeke Kurdî çawa di nav edebiyata cîhanê de ji xwe'r cîhekî qewîn çêd'ke.
Berhem ji me ra çîroka pezkovîyekî (navê leheng e ev, ne ajalek e), vedibêje ku ev pezkovî tim di nav lêgerînekî da ye, em dikarin bibêjin ew, rasterast li mirina xwe digere. Lê di vê lêgerînê da ji me ra çîrokan dibêje ku ew çîrok bi xwe jî di nav çîrokên din da ne. Ev teknîka honakî (fiction) bi awayekî serkeftî hatiye neqişandin. Di heman demê de, em tenê çîrokan maxwînin, li pişt perdê her tim dengê mûzîkên cîhanê têne guhêd me û em car caran jî diçin sînemayê, şanoyê yan jî li mala xwe em fîlmên Godard, Kaurismaki, Wenders, Duras û hwd temaşe dikin. Ev tevliheviya hunerê meriv ji hiş miraz da dixe.
Dîsa, di nav berhemê da em rastê "bênasnamebûna eşqê", "têkiliyên homoseksûel", "redkirina sînoran" "bûyer û lehengên mîtolojîk" û her wekî din tên. Di heman demê de, ev çîroka pezkovîyê Kurdistanê xwe dispêre çîroka Oidipusê Yewnanî ku ev cara duyem e ez dibînim berhemeke Kurdî îlhama xwe ji vê çîrokê girtiye.
Welhasil, tiştên xweş xweş in, hêjayê dîtin û belavkirinê ne, herwiha ev berhem jî. Hêvî dikim demeke pirr nêz da bi berhemên dîtir, Kamuranê Çuxurî dûmanê li edebiyatê rake.