Nizanim çend sal in ev pirtûk li piyasayê digere , li ser zimanan e û di dest mirovan de ye . Lê xwendin teze bû qismet. Hûn tev li fikra kitêbê dibin yan jî nabin hûn zanin lê diyar e kitêbeke nûser e.
Ji ber ku îspat dike ka çawa pergala mêrane, bi rêya goştxwarin û heyvan qetilkirinê ve hukmê xwe li ser jijan jî qewî dike. bi tenê xwendina vê pirtûkê belkî ez nebim vejetaryen lê bi tespît û mînakên şênber ve deriyekê di mêjiyê mirov de vedike helbet.
Ku hûn bêjin kurtasî ev pirtûk behsa çi dike ez ê hevokeke zehf mehkem û ravekar rasterast ji pirtûkê derxim û daynim pêşiya we.
“etin cinsel politikası, erkeklerin et yemeye ihtiyacı olduğu buna hakkı olduğu, et yemenin yiğitlikle ilgili olduğu ve et yemenin bir erkek aktivitesi olduğu sansıdır”
“Sanrı” … Bi taybeti jî pirtûk li ser vê peyvê dixebite û hewl dide li me bide qebûl kirin ku hemû zanînên li derheqê goştxwarinê ji “rewrewkek”ê pêk tê.
Li gorî angaşta kitêbê; goşt karê mêran e! Û zebze jî yê jinan.. yanî di serdema “nêçîrvan- berhevkar” de mêr nêçîrvan in û jin jî berhevkar in. Ji ber vê goşt ya mêran, çêre jî ya jinan( heyvanan) e . Çawa ku jin bi tenê serê xwe nikaribin bibin tu tişt, sebze jî nikarin bibin xawrin. Goşt xurt e û qral e, sebze jî xûlam e . Ji ber vê jin nikarin bibin qral.
Pirtûk tenê li dora van mijaran naçe û nayê helbet, qala gelek tiştan dike di nav xwe çend beşên din jî dihewîne. Mînak pergala kapîtal-partîarkal çawa jinan, ji mêran biçûktir û heyvana mezintir terîf dike. Çawa jinan jî wekî parçeyek goşt dixe çavê qada civakî. Ji ber vê gava mirovên femînîst- vejetaryen- vegan behsa mafê heyvan û jinan dikin pergala kapîtal- partîarkal demildest wan bi hestiyarê suckar dike.
Welhasil mesele dûr û dirêj e ez behsa hemû fikrên li ser pirtûkê bikim şev li me naqede. Spas bo ê sebir kirî û xwendî