Go ez bêjim wê dengê min pir bilind be
Piştre guhê guh li min guhdar dike tirsim ber u vajî bikin
Ji ber yê go min guhê diwarê derewan bixîne İnsane
Tirsim ji xwere xeyale kî çêkim wek ku cenneta xwedewend ez tê de hilperim
Ji ber yê kabusa berde xeyala min İnsane
Bi bazkên azadiye weke kevukekî di ezmanê welatê xwede ez newêrim bifirim
Ji ber yê go min bi nêçîra xwe ji ezmana bîne xwar İnsane
Ez esîrê dengê bilbilekê me guhdar bikim hembêz bikim lê ez newêrim
Ji ber yê go bilbila pêşiya çavêmin di qefesa xwede ker bike bêdeng bike İnsane
Nikarim berê va helbestê xwe bidim lêgerîna rastî u ez lê bigerim
Ji ber yê go helbesta min kelepçe bike İnsane
Ku çavêmin ronahiyekê bikeve ji kesekî re nabêjim u nebêje
Ji ber go yê go çavêmin kur bike İnsane
Li ber destê qederê ez bume esîr sêwî reben parsek winda
Sebeba go ez xwe qurbana berîka xelkê bikim İnsane
Ez ditirsim bibim aşiq ji bo evînekî ne diyar
Yê go xiyanetê li dilêmin bike İnsane
Pir caran pey mirinê ketim go ez bimrim
Yê mirinê li min şîrîn bike İnsane
Wê çawe dayikamin ser goramin ve be
Wê çawe dayikamin ser goramin ve be
Yê rê peşiya dayîka min jî bigre İnsane
Min tobe be carek din ez bêm vê dinyayê
Min tobe be carek din ez bêm vê dinyayê
Ji ber yê go min devletbuna xwede dîsa kole bike İnsane
Ger însan wusa be çima insan insane
Ka vijdan ka rumet kanî dîl
Ma gelo ev jî ne para İnsane
( m.youtube.com/watch?v=ns9GYMt... )
FERHAD MERDE
··
37 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.