Ew helbestê Sebrî Botanî ye.
Sebrî Botanî an jî Sebriyê Ehmedê Temir helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Botanî di sala 1925'an de li gundê Lodê yê navçeya Dihê hatiye dinyayê. Ew ji hoza Jêliyan bû.
Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta ziman, wêje û çanda kurdî.
Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû.
Ew di salmeziniya xwe de sirgûn bû û di heta dawiya jiyana xwe li Norwêcê jiya.
Sebrî Botanî di 25'ê cotmeha 1998'an de li Osloyê, serbajarê Norwêcê, çû ber dilovaniya Xwedê.
BERHEM:
Şîn û Şadî, Dîwan 1
Dilistan, Dîwan 2
Dengê Metîn û Cûdî, Dîwan 3
Dibêjin, Çîrok û Çîvanok
Herweha nêzîkî deh pirtûkên Botanî yên neweşandî jî hene.