“Dibe êvar dibe sibe”
Tarzeke cihêreng tehmeke xweş. Ez dibêm nivîskarek bi vê tarzê binivîse teqez divê qelema wî/ê zehf xurt be ji ber ku gava honak ne li ser bûyerekê be xwîner zehf zû dikare bala xwe wunda bike. Nemaze min qet bala xwe wunda nekir û xweş herikî. Bi pirs û hevokên “feylezofî” û dubare li ser dubareyan monologên bê mekan bê zeman, nivîs kûr kiriye û her kûr kiriye. Carcaran te jî kaşî di nav şerê hişê xwe dike û tu jî êdî dest bi pirsan dikî; zeman ji ku destpêdike? Mekan hewce ye? Paşeroj û pêşeroj heman tişti in gelo? Filan û bêvan…
Welhasil
ceribandinên nû yên bi kurdî hertim bala min dikşînin. Wekî çidem xanimê jî diyar kiriye hûner qadeke azad dide mirovan û wê jî gor dilê xwe li vê qadê hespê şîpehişê xwe ajotiye.