Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min "enfal" e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e
Evan misilmanên qeşmer
İslam li min kirin xencer
Bi ayeta enfala reş
Muhemed jî kirin
Hitler ji Ey Xudayê şev û rojan
Bila bes bin ev derd u jan
Ev din eger dînê te ye
Kê kir hevalê xûnmijăn?
Ez li welatê xwe bê sûç
Riswa dibim ditevizim
Bi fetwaya mizgefta te
Di xûna xwe diğevizim
Ev derdê min, pirr ji mêj e
Çîrok dijwar û dirêj e
Hemû diz in, mirovkuj in
Dîroka wan, miştqirej e
Ceng û rev e sal û zeman
Kuştim evan derd û xeman
Bûm gedayê vê dunyayê
Nav û namus jî min neman
Ez rateqandım derbider
Li ser serê min ceng û şer
Min dikujin, hem dibêjin
Selewat li ser peyxember
Sebrî Botanî