·176 syf.··Beğendi
···Okunma: 09 Mayıs 2025 00:29 "Ewên bûn rêberên me
Çi anîne serê me"
- Cegerxwîn
Edebiyata miletên bindest her tim aliyekî xwe yê kulek heye. Berhemên ku ji nava vê edebiyatê dertên jî herwiha pala xwe didin vê kulekiyê û exleb bi du teşeyan derdikevin pêş: helwesta dijkolonyal û nakokiyên navxweyî. Di edebiyata kurdî de teşeya ewil bi awayekî şênber xuya dike, ango berhemên kurdî yên ku xwedî helwesteke dijkolonyal in, em dikarin bibêjin gelek in. Lê ji bo ya duyemîn zêde mînak tune ne. Yanî nivîskarên kurd di berhemên xwe de, ji xeynî mijarên bi bindestiyê ra eleqedar, cih nedane meseleyên xwe yên navxweyî, berê xwe baş nedane civaka xwe, kêmasî, nakokî û astengiyên di nava xwe da baş tehlîl nekirine, tewr gelek caran, çavên xwe ji wan ra girtine. Ji ber hindê ye belkî rewşenbîrî di nava kurdan da zêde pêş neketiye, lewra rewşenbîr ew kes in ku ji sekna xwe tavîz nadin, bi aliyekî xwe ve li civaka xwe nanêrin, wêrek in û fikr û gotinên wan li gorî "hin aliyan" teşe nagirin.
Ev pirtûka li ber destê me jî hem xwediyê sekneke dijkolonyal e, hem jî xwerexneyek (self-criticism) e di eslê xwe de ku heta niha kêm mînakên wiha çêbûne.
Rêzebûyer, li dor serlehengê bi navê Ferzend û gera wî ya li Amedê diqewime. Ferzend, bi eslê xwe ji Amûdê ye, lê ji ber sedemên polîtîk, wekî gelek kurdan, ew jî di temenekî ciwan de terka welatê xwe dike, wek penaber berê xwe dide Ewropayê. Li wir bi hezkiriya xwe Berfîn Xanimê re dizewice. Zarokeke wan çêdibe bi navê Dara. Piştî çend salan zaroka wan ji ber nexweşiyê dimire. Li ser mirina kurê wan ra zêde wext derbas nabe hevjîna lehengê me Berfîn jî xwe dikuje û Ferzendê bê welat, vêca bê malbat, bê kes û kûs dimîne. Êdî penaberî hew kêrî wî tê, dixwaze beriya mirina xwe carek be jî biçe welatê xwe û ji dûrî ve (ji ber ku qedexe ye nikare biçe) temaşeya bajarê xwe Amûda rengîn bike. Piştî bîst û pênc salên li penaberiyê Ferzend berê xwe dide welêt. Rasterast tê bajarê Amedê, dixwaze li vir çend rojan bêhna xwe vede, piştre biçe Mêrdînê, li ber sînor, ji wir temaşeya bajarê xwe bike. Bi vî awayî lehengê me, wek ku ji navê pirtûkê jî diyar e, hefteyeke dirêj li Amedê derbas dike. Di nava vê hefteyê de dibe şahidê rewşên seyr û di dawiyê de hêvîşkestî dikeve. Ferzend, dema li nav bajarê Amedê digere, çavdêriya gel dike, dibîne ku di nav kurdan de "biyanîbûnek"e gewre pêk hatiye; nava kurdbûnê hatiye valakirin, terka zimanê kurdî hatiye kirin, bajêr bi sembolên "yên din" ve hatiye dorpêçkirin. Tişta herî sosret û acizker, ji bo leheng, ew e ku ev "biyanîbûn" li gel kiryarên serdestan, bi destê kurdan bi xwe pêk hatiye. Leheng, bi çavê serê xwe dibîne ew "şexs" û "rêxistin" û "partî"yên ku xwe wek parêzvan û xelaskerên miletê kurd pênase kirine û vê yekê bi gel jî dane qebûlkirin çawa bi destê xwe vî miletî avêtine ber devê guran. Ferzend bi awayekî xemgîn dibe şahid ku miletê kurd çawa di nava xwe de parçe-parî bûye û her parçeyekî çawa ji xwe ra "serok"ekî bêqisûr dîtiye û wan qedera xwe, pêşeroja xwe, hêvî û baweriya xwe tev çawa bi destê xwe teslîmê van serokan kirine. Ji aliyekî ve bêçaretî, belengazî û perîşaniya miletekî, ji aliyekî din ve jî şerê serokan û kurmên darê...
Hûrgilîyên pirtûkê di derheqê aloziyan da zêdetir agahiyan dide helbet, ji bo fêhmkirinê xwendin divê. Têgehên wek, "hebûn", "xwebûn", "milet", "serdestî-bindestî", "rêvebirina xwe bi xwe" û hwd. bi rêya vê berhemê bi careke din hatine lêpirsîn. Di berhemê da peyvên wek "heval", "serok" û çend hebên din jî em dibînin ku bûne benîştên devê gel û gelê reben wek tûtîyan bê hişmendî ew bi kar anîne, bêyî ku wateyekî bidinê. Ev berhem rê li ber vê yekê vedike ku meriv bi çavekî din li xwe binêre, li kok û paşxaneya rewşa xwe bikole, meseleyan bi nêrîneke cuda dayne ber xwe. Hevoka ku di rûpela dawiyê de hatiye nivîsîn, kurteya berhemê ye û belkî bi xwe re pirsên nû bîne:
"Çawan dibû ku miletek bi hemû taybetmendiyên xwe, bi rabûn û rûniştinên xwe ji holê radibû, li ser axa xwe dimir...?" (172)