Berî berhemeke helbestan bixwînim herî pêşî li klîşe û şablona mîzanpajî, li şiklûşemala kitêbê dinêrim. Ev berhem, nola hemû berheman bi klîşeyeke mîzanpajîyê hatîye amadekirin ( ji hin helbestên bijarte yên cîhanê mînak nînin, gaveke baş e). Mînak: kitêb dîyarî kesekê bûye, ev klîşeyeke edebîyatê ye. Her rêzik bi tîpa mezin dest pê dike (li hin deran hatîye jibîrkirin)
1- li vê berhemê “Zimanê helbestê” heye
mînak:
Zivistanên efsûnî
telpeyên ewran
şerê qulofîtkan
Pirpizêkên bizdok
Rûhistînê bizdonek
Kenê bitirs
sîyek lerzok
poşmanîyên derengmayî
Serê tivingên hevokan
Qeysa lematek
Kelehên jinebî
Xewna çingo
Dantêlên nazbalîfan
2- Klasîkeke helbesta kurdî heye, bikaranîna tasvîrên bi endamên bedenê; Li vê berhemê ne gelek bin jî hene.
Mînak:
singa bextewarîyê
Singa êvarê
çengê payizê
Enîya êvarê
porê şevê
lingên xweşbîniyan
lêvên wehş,
devên tacîzkirinê
Qiraxê çavê
3- “Anatomîya dil” ne bi qasî yên Fatma Savcî gelek bin jî, çendek mînak hene.
Mînak:
golên dil
boxçika dil
Kurahiya dil
kortalên dilan
4 Sinderella’yek heye li helbestan
“Dibeze berbangê
jinek bi ferek sol
Solek bi ferek çip
Winda ye
li bala we ye?”
5 Carcaran zimanekî şikestî/xwaromaro bi kar anîye
Mînak:
“Lê kal û pîrên me xwelî li serê me kiribûn
mîratek welat nehiştibûn”
*** welatek mîrate nehiştibûn
“Saet şeşan DE şiyar im”
*** li vê mînakê pêşdaçek bi kar neanîye.
“Dİ bîra te me
Dİ bîrên zilomat DE bifetisim jî”
*** Daçeka Dİ ya bê paşdaçek.
“Quncikekî tarî DE”
*** pêşdaçek?
“An di xewnek de”
*** tewang?
“Mala min şewitî
Jİ te re…”
***daçek
Kaşkaşokan DE 52
6- gelek caran sentaksa tirkî bi kar anîye
“Şikand min pênûs”18
Şer û pevçûn dorpêç kirine min 21
ziman dikir me bi tiqetiq 25
heval nebînin me 30
Kêferat nemaye di te de 48
çav kutane te 49
Di te de 49
***Sentaksên zimanan ji hev cê ne; dema mirov zimanekî bi sentaksa zimanekî din bi kar bîne; taloke heye. Bi teybetî kurmancî weke tirkî ne zimanekî oryantal e.
mînak:
min dan kûta (buğday dövdüm)
min kûta dan ( buğdayı ... )
min kir (yaptım)
kir min (bana ...)
7 xalbendîya ! zêde bi kar anîye.
Bavê min terkîdinya bû!
Bavê min naye malê!
Perên berfê
Ber avêt helbesta min 43
Di neynikan de hilnayên 61-janya
8 Li piranîya helbestkarên jin em rastî peyva “malzarok” tên, li piranîya hemû berhemên vê dawîyê miheqeq
“Ji nîşkê ve” heye. Peyvên din ên balkêş, “pêxwas 58 û dîrokên pêxwas 53” in.
9 ravekên zincirîn zaf kêm in:
mînak:
Ezmanê şeveke hesretbar
Şopa himbêzkirinên paqij
Hemayên şahidê dorhêlê
sehneya xeberoşkên xweş
10 min ev fam nekir
ka ku tu?.. (xaçepirs)
Jİ BERHEMÊ HİN HELBESTÊN BİJARTÊ
“evînek bêdawî tune ye 35
“Weeeeewwww
ev çi ba ye?”
“li min ba, li te tofan radibû
kuçeyên te yên teng pêxwas dimeşîyan li dû me
Hûrikên ji bextewarîya me diweşîyan berhev dikirin”
…
Tarîtiya dêran dinixume laşê min
ola wan olan dide
parsek im
çarenûsek nivîskî li eniya min e
dîrokek devkî ye bextê min
li kelehên jinebî
şewqa dîroka wan dibiriqe
yekcar kor dibim
2005 fransa.
53
…
yekcar kor dibim
şewqa dîroka wan dibiriqe
li kelehên jinebî
dîrokek devkî ye bextê min
çarenûsek nivîskî li eniya min e
parsek im
ola wan olan dide
Tarîtiya dêran dinixume laşê min”
…
Tûtiya belqitî
Bi wîtewîta wî
Ruhê min şewitî
xwelîserê tûtî!
De bitemire
Da bîr bikim hertiştî…
ez û masî di eniya êvarê de difetisin
“bi zayina te re
destmalek hatiye wereşandin” 63
ENCAM
Min heya îsal nizanîbû mirov dikare li berhemên helbestan edîtoryalîyeke afirîner bike. Piştî “Pêjnek Jazz Li Qelşa Gettoyê” ez fêr bûm; divê edîtorên kitêbên helbestan ên afirîner hebin.
Ez bûma min ê navê berhemê bikira “birînpiçûkê”
Ji bo demeke dirêj li ser helbestên jinên kurd xebime dikarim bibêjim berhemeke baş . Min mêzan piranîya helbestên wê kevn in (mînak 2006) Esra Sadıkoglu ji xwe bibawer e, ne bitirs e. Hêvî dikim berhema wê ya duyan wê ji vê gelekî-gelekî baştir be.