Gönderi

Jin û Helbest
Puan vermedi·90 syf.··
2025 77. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 31 Temmuz 2025 08:38
Helbestvanên me yên jin li her çar aliyê welêt bi rêzikên xwe dibin dengê civaka xwe. Ew, pirsgirêkên civaka xwe bi şêwazeke henûnî tînin ziman û em herî zêde temayên wek bêdewletî, feqîrî, jinbûn, bêtifaqî, baviksalarî û hwd di nav rêzikên wan de dibînin. Ew, hem ji ber nasnameya neteweyî hem jî ji ber nasnameya zayendî tehlî û tengasiyan dibînin ev jî wan ji helbestvanên mêr ên edebiyata kurdî cudatir dike. Navên gelek hêja hene ku îro bi qelema xwe temsîla civaka kurd dikin. Helbet em nikarin navên hemiyan yek bi yek li vir binivîsînin, di şûna wê de em ê behsa pirtûkekê bikin ku wek antolojî hatiye amadekirin: Antolojiya Nivîskarên Jinên Kurd Amadekara pirtûkê Rojbîn Ozkan li her çar aliyên welat geriyaye û jinên nivîskar ên kurd yek bi yek qeyd kiriye, xwe gihandiye jiyana wan û berhemên wan berhev kiriye, di antolojiyê de nîşan daye. Ev xebateke gelek bi qîmet e û wek çavkanî jî kêmasiyekê ji holê radike. Herçî dixwazin jinên edebiyata kurdî nas bikin dikarin vê berhemê ji weşanxaneya Nûbiharê peyda bikin. Em werin ser berhema xwe ya li ber dest: Yazdehok. Ev berhemeke helbestê ye û xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Helbestvan Gewher Fetah ji Qamişlo ye û heta niha gelek cureyên helbestê ceribandiye, xwestiye helbesta kurdî bi cureyên cur bi cur ve bide nasîn û jê ra cihekî çêke di nav edebiyata cîhanê de. Vê berhema bi navê Yazdehokê jî dîsa bi cureyeke cuda nivîsiye ku navê berhemê di eslê xwe de navê cureyeke helbestê ye. Di destpêka berhemê de jî ji xwe ev cureya ku cara ewil di sala 1980yî de li Holandayê ji aliyê çend xwendekaran ve hatiye bikaranîn bi berfirehî hatiye nasandin. Şêweya Yazdehokê bi vî awayî ye: 1) 11 peyv (daçek jî wek peyv hesêb dibe) 2) 5 xêz û xet 3) xêza 1î yek peyv xêza duyem 2 peyv xêza sêyem 3 peyv xêza çarem çar peyv xêza pêncem 1 peyv *Her xêzek jî di nava xwe de xwediyê taybetmendiyekî ye. Yazdehok cureyeke kurt e û dişibe Haikuyê lê belê ji çend aliyan ve ew ji cureya Haikuyê vediqete, bi serê xwe cureyeke edebî ye ku îro di nav helbestvanên cîhanê de jî berbelav bûye. Mînakek ji Yazdehokên pirtûkê: "şev kendalê mirinê bilind e derya li ser devereke bêxwedî xemgîn" (58) Bi vî awayî helbestvana kurd Gewher Fetah rengekî nû daye helbesta kurdî. Em hêvîdar in xebat û ceribandinên bi vî rengî di edebiyata kurdî de zêdetir bibin. Herçî dixwazin ji nêz ve vê cureyê binasin berê xwe bidin Yazdehokên kurdî. Xwendin xweş.
YazdehokGewher Fetah · Avesta Yayınları · 20202 okunma
··
432 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.