Gönderi

Gava Helbest Dihetikîne
Puan vermedi·80 syf.··
2025 82. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 11 Ağustos 2025 20:20
"Pexşan ji helbestê zêdetir baweriyê dide mirov, lê helbest bangê birîna xedar dike." -John Berger Min li cihekî xwendibû digot helbest ne ji bo fehmkirinê, ji bo tehmkirinê ye. Ev gotin pirr li xweşa min çûbû, lewre ez bi xwe jî wisa difikirim û bi vî çavî li helbestê dinêrim. Helbest ne ji bo şîretan e, derdekê wê yê wisa jî tune ye ji xwe, û ne ji bo qanihkirinê, ne ji bo agahdariyê, ne ji bo vegotinê ye.. Helbest ji bo kêliyê ye, ew kêliya ku jiyan tê de di heman demê de him diçûrise him jî ditemire. Ew helbesta ku me kaşê wê kêliyê dike serkeftî ye, wekî din bilebil e, êşkence ye. Em werin ser pirtûka xwe ya îro: Xunçeyên Heyamê. Pirtûk ya helbestvanê Giyadînî Rizgar Elegez e. Di sala 2020an de hatiye çapkirin. Pirtûka wî ya duduyan e. Rizgar Elegez yek ji wan emekdarê zimanê kurdî ye, geh bi nivîsên xwe, geh bi wergerên xwe. Keda wî ya bi salan nayê piştguhkirin bê guman, û şexsiyetekî hêja ye. Lê mixabin min ti tahm ji vê pirtûka wî ya helbestê negirt. Hewqas giran, hewqas dirêj, hewqas li hev alîyayî; min pirr zehmetî kişand dema xwendinê. Lê divê helbest bi me wiha nede hîskirin. Divê em bêtir sivik hîs bikin "wê kêliya xwendinê". Elegez, pirtûka xwe ya ewil 2015an de nivîsiye, pirtûka wî ya dawiyê jî îsal yanî 2025an de derket; deh salên sax. Min pirtûka dawiyê "Şîrê Tarîyê" xwend, dikarim bibêjim ku di nava vî deh salî de guherîneke erênî heye, qe nebe li meriv sivik tê xwendin û fêhmkirina wê. Ji ber tercîha peyvan, kafîye û hwd. terzeke Rizgar Elegez heye, dema meriv dixwîne dikare pê derxe ku ev rêzik aîdê wî ne, ev herî zêde jî bo xwînerên ji herêma Serhedê derbasdar e. Elegez, çendek berê pirtûka nivîskara Emerîkî Amy Lowell a bi navê "Ewrên Şevê" wergerande kurmancî. Min ji wergerê hez kir, gelekî serkeftî bû. Em dikarin Lowell wek Sapphoya duyem pênase bikin. Baş e ku berhemeke wiha hêja bû milkê kurdî, mala Rizgar ava be. Çawa ku her nivîskar xwedî terzekî ye, wisa her xwînerek jî terzeke xwe heye. Her kes nikare her cure pirtûk bixwîne. Helbest jî bi serê xwe qadek e û her helbest jî hîtabê cureyek xwîner dike. Tenê ji bo edebiyata kurdî dibêjim, min ewqas helbest xwendin, mixabin di nav wan de yek-dudu hebûne ku min gotiye pirr baş e û zewqek ji xwendina wan girtiye. Lê dîsa jî hunermendên me dixebitin, ava dikin, diafirînin, em ji wan razî ji edebiyata xwe jî hêvîdar in. Xwedê ava ke.
Xunçeyên HeyamêRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 20238 okunma
··
278 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.