Xizêmok (Xizêmok: r.85)
BİHARA DOJEHÊ
ro bi ro firehtir dibûn qadên bajaran
zindî ji mirîyan kêm û zindan ji zindîyan zêdetir
rûyê ti kesî li rûyê ti kesî nediket êdî li wî welatî
bêxew mabûn destên destbêjan
nediçûn ser guhên wan
camên pencereyan ji sêdengan nedişikandin
piştî stran qedand, ribaba xwe avête bîrekê
ji wê rojê pê de hew êdî nêçîrvan çûne nêçirê
hew êdî xewa kewan hat
bi çi zimanî bû li kîjan zemanî
çi bêdengî bû lo te dixwend û nedinivîsî
te gez dikir zimanê xwe
lêvên xwe dixwar
xwîn dikete qelema te
ji birîna te hibir dipijiqî
an lingên te li çiyê bûn destên te li zindanê
an destekî te bi destê te yê dî ve grêdayî
lingên te qaçax û firar
ne dimir û ne jî sax dima gotin
an bê ziman dibû devê te
an jî zimanê te bê devûlêv dima
pêşî qelem hebû
li dawîyê gotin