·136 syf.····Okunma: 23 Kasım 2025 20:23 Firat Cewerî
Maria Melekek Bû
Weşanxane: Avesta
Çap:2/Stembol C
Di vê romana xwe de Cewerî qala Danîel dike.Lê bi rastî ne bi awayekî dirêj ,bi awayekî kurtasî behsa Danîel dike.Danîel lehengê sereke yê romanê ye.Di xortaniya see de li welatê xwe ketîye zindanê (nivîskar nabêje lê behsa zindanên Diyarbekrê dike) û şkenceyên bê ûjdan dîtîye.Daniel diçe Swedê û li gel jina xwe Maria li bir dijî.Temenê wê jî nêzî pênceyî ye.Hin hevalên wê ên zindanê jî li Swedê dijîn.
Roman jî ji xwe li Swedê derbas dibe.Mijara sereke ya romanê jî dêrûnnasîya Daniel e.Lewra Daniel ji ber serpêhatiyên ki di xortaniya xwe de dîtîye hê jibîr nekirye û hım psîkolojîya wê hım jî mêjîyê wê ketiye rewşekî xirab :hin caran şexsiyeta xwe jibîr dike hin caran insanên derdora xwe û bûyerên ku li derdora wê diqewimîn nikare di mêjîyê xwe de sererast bike.
Rewşa wê ewqas xerab dibe ku ew jina xwe dikûje û laşê wî kolan bi kolan digerîne (ku Daniel di rewşeke wûsa de ye ku nizane ku ew mirî Maria ye.Bi ya wê ew jina hevalê wê Rozîn e) ku laşê wî veşêre.Û dawîyê dibe daristanekê û li wir hişê wê jî xewnê hişyar dibe û dibîne ku ew laşê Maria ye.Daniel pir xemgîn dibe,dikeve rewşa şînê û diçe otomobîlê û pêlî gazê dike.Li ser dîreksiyonê de bı girînê kontrola otomobîlê dihêle û mixabin qeza dike û dimire.
Cewerî romana xwe bi awayeke derûnî nivîsandîye û çîrokek kurt lê bı bandor ava kiriye.Tehlîlên wê yên derûnî pirr serkeftî û dramatîk in.Şkenceyên ku Daniel û hevalên wê dîtine ji her yek ji wan parçeyek qetandiye.Parçeyek derûnî,parçeyek jiyanê û heta parçeyek bedenî.