Gönderi

Romaneke Berbad, Evîneke Vasat
Puan vermedi·136 syf.··
2025 171. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 04 Aralık 2025 20:36
Min li cihekî xwendibû digot jiyan ne ewqas dirêj e ku meriv tê da pirtûkên ne xweş jî bixwîne. Ev gotin hewqas rast e ku ez her carê tînim bîra xwe. Min îro ev gotin dubare kir piştî xwendina berhema Firat Cewerî. Derza dilê min. Dema cara ewil ez çav bi navê pirtûkê û wêneyê bergê ketim meraq û kelecaneke xurt li min hasil bû, min got pirtûkeke mûazzam li benda min e. Piştê ku min dest bi xwendinê kir, du sê rûpelên ewil ew meraqa min hîn jî berdewam bû, pirtûk xweş dixuya. Cureya pirtûkê roman e û di navbera du lehengên sereke da derbas dibe: Alan û Malîn. Roman ji nameyan pêk tê, nameyên ku Malîn ji Alan ra dinivîse. Herçî min nas dikin baş dizanin ku ez çiqas ji nameyan hez dikim. Nivîsandin û xwendina nameyan zewqeke mezin dide min, herwiha di edebiyatê da jî. Dema min dît ev pirtûk ji nameyan pêk tê gelekî kêfxweş bûm. Lê mixabin di nameya ewil da ez hêvîşkestî bûm... Heta min pirtûk qedand êş kete serê min, dilê min xeliya.. Ew çi rêzikên bêteşe bûn. Çi rêzikên bê wate û bê hest, mîna gûzeke pûç. Rast e, zimanê Cewerî heta tu bêjî sade û herikbar e lê ev têra çi dike? Ziman bi tena serê xwe dikare berhemekî serkeftî bike an jî bide hezkirin? Naxêr... Nizam nivîskar xwest bi wê lehenga jin çi bike, ew gotinên erzan û dubarekirî, ew evîna dûrê aqilan.. evîna ku ez dizanim ne welê ye.. Ew nameyên dirêj û bê ruh.. Heta ji destê min bê ez zû bi zû derheqê pirtûkeke kurdî da tiştên neyênî nanivîsim ji bo xwînerên kurdî ji xwendina kurdî sar nebin lê ev jî rastiyek e, bi kurdî be jî her pirtûk nayê xwendin, divê mirov bikaribe pirtûkên baş û ne baş ji hev derxe da ku edebiyat erzan nebe, bereksê wê divê bikaribe bigihîje, berz û bilind bibe. Welhasil, xwendina vê pirtûkê tiştek li meriv zêde nake.. tabîî ev fikra min a şexsî ye, êdî hûn û zewqa xwe ya edebî...
Derza Dilê MinFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201824 okunma
··
928 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Yanî te wusa xweş rexne kiryekî, meriv dixwaze pirtûkê bixwîne Tê be qet rexne nîn e Seeta te xweş canim 💜🌿
Şeyma
Gönderi Sahibi
Siheta te xweştir be cana min, bi hêviya ku em ala edebiyata kurdî bilindtir bikin ❤️🌻
Tenê "Çîroka Malbata Evdo û Girtî" wekî din na.
Şeyma
Gönderi Sahibi
teqez û bêguman wisa ye...