Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan
10/10
·250 syf.··
2025 4. kitabı
Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan ​Eqlê mirov terezûyeke mezin e, lê têra pîvana her tiştî nake. Mirov bi serê xwe nikare heqîqetê û rastiyê bi temamî fêm bike. Ji bo ku em di tarîtiya dinyayê de riya xwe winda nekin, Xwedayê Mezin ji nav me qasid û pêxember hilbijartine. Pirtûka Sadullah Taşan a bi navê "Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan", van qasidên Xwedê û peyamên wan ên ronak bi zimanê me yê şêrîn tîne pêşberî me. ​Nivîskar di vê berhema hêja de, qiseyên ku di Qurana Pîroz de derbas dibin, ne tenê wekî çîrok, lê wekî ders, şîret û îbret pêşkêş dike. Wekî ku li ser bergê pirtûkê jî hatiye nivîsandin; "Di vê Quranê de çi qisse û serpêhatiyên pêxemberan hebin, hemû îbret, ders û şîret in." ​Ev pirtûk, ji bo kesên ku dixwazin dînê xwe, dîroka pêxemberan û peyamên îlahî bi zimanê dayikê fêm bikin, xezîneyeke mezin e. Sadullah Taşan, bi zimanekî sade û herikbar, me vedixwîne ser sifreya manewî ya pêxemberan. ​Ji bo ku em li dinyayê û axretê serfiraz û serbilind bin, divê em li şopa van pêxemberan biçin. Vê pirtûkê bixwînin û bidin xwendin da ku peyamên ilahî di dilê me de zindî bimînin.
Serpêhatî û Peyamên PêcemberanSadullah Taşan · Ronya Yayınları · 20234 okunma
22 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.