nizanim bêjim de bi xatirê te
nizanim bêjim, de bi xatirê te
baweriya min bi xelasbûna evînê tune
terkeselatê rastiyê me, belakir û qewirî
bawer nakim dest, dev ji destan berdin
dijmînî têkeve nav du coteçavên melisî
û dil rabin û xwîna hevdu birêjin
çawa du çem xwe neavêjin çenga hev
lê dîsa jî tu dikarî li şevekê biqelêbî û
bidî bin lingan çi mabin ji meytekî
nikarim bêjim êdî min tu nevê
êdî sînga te ne perestgeha min e
wa Rindê, wa du heyv hene li asmên
yek ji xewê bawer dike yek ji xunavê
gava pêçiyên te biçingin di avê da
gava dêmên te li qorziya dilê te stirîn
ez ê xwêya ji qubeqazê mayî birêjim
lê nebêje "deriyan bi êşê qufle meke"
dikarî bifirrî ji hêlîna me ya şewitî