Gönderi

Rojnivîskên Rojnedîtyan
Puan vermedi·160 syf.··
2026 5. kitabı
·
23 günde okudu
·
Okunma: 24 Ocak 2026 11:54
Wekî her carê, îcar jî em di nava agir da ne û ji xeynî me ti dostên me nîn e, ji aliyê hestiyariyê va em xurt bin jî ji hêla dîplomasiyê va em sist û bê tevdîr in. Hêvî dikim ev bobelata dawiyê ji me ra bibe derseke qewîn, qet nebe di nava ewqas sedsalan da em vê sedsalê ji xwe ra bikin derfet da ku êdî xelk ji pişta me nexwe û bi me nekene. Ev pirtûka li ber destê me ji rojnivîskan pêk tê ku di navbera salên 1985-1999î da hatiye nivîsandin. Herçî min nas dikin dizanin ku ez ji cureyên wek name, rojnivîsk, bîranîn û hwd gelekî hez dikim. Ji ber wê min bi meraq dest pê kir û bi kêfxweşî bir heta serî. Bi kêfxweşî û ewqas jî bi xemgînî.. Zinarê Xamo serpêhatiyên xwe yên li sirgûnê roj bi roj, yek bi yek qeyd kiriye. Li diyasporayê çawa jiyaye, ji bo kurdî çi xebat kiriye, bi kîjan kurdên li Ewropayê ra daye û standiye, beşdarî kîjan bernameyên edebî û siyasî bûye û gelek tiştên din bi hûrik hûrik vegotiye. Wexta min serpêhatiyên salên 80yî dixwend min digot çi ecêb e ez hîn nehatime dinê, nivîskar van bûyeran qeyd kiriye. Ez hîn ji diya xwe ra nebûme filan bûyer hatine serê kurdan an jî kurdan li filan derê bername û çalakî li dar xistine. Ji wan rojan ta îro zêde tiştek neguheriye.. Wan salan jî kurdan ji destê dewletê, ji destê partî û serokan gelekî kişandiye, îro jî heman tiştî dibîne û dikêşîne. Kêfxweş im ku min Zinarê Xamo ji nêz va nas kir, bûm şirîka serpêhatiyên wî. Berhemên bi vî rengî hêja ne û divê zêdetir bibin. Lewra ew di heman demê da belgeyên dîrokî ne, çavkanî ne ji pêşeroja me ra. Weşanxaneyên wek Pallê divê zêdetir bin û vî barî bêtir hilgirin ser milên xwe. Li gel ewqas êş û kederan tiştên xweş jî diqewimin, berxwedan tekane rê ye, xebat û xîret her berdewam e; ruhê yekîtî û netewebûnê her zindî ye di nav me kurdan da. Em ji mirinê mezintir in. Bijî berxwedana gelê kurd!
Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)Zinarê Xamo · Pall Weşan · 202413 okunma
··
741 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Goethe dibêje "Kesê ku hesaba paşeroja 3000 salê xwe neke, jiyanekê rojkî dijî". Min şiroveya te ya berê ji dayîkbûnê li hember demdirêjîya dîrokê xwend ev hat bîra min. Mirov dikare zêdetir dûr biçe, hetta Medan, hetta Seleheddîn... lê tenê paşveçûna ramanî ya hetta Kela Dimdimê ji kesên ku bixwazin re dersekê giran dihewîne. Kesên mezin û biçûk, tevgerên xurt û zeyif, serokên baş û nebaş diherin û tên. Serfirazî û têkçûn cihê hev digirin. Lê çîrok heman yek e. Pel diweşin dar dijîn. Jiyana me jiyana pelekê ye. Lê em ji darekî jîndar in. Tofan jî rabe, tiştek ji darê nehêle jî, dar ji koka xwe û toximên xwe şîn tê. Dar xweza ye, xwedîyê darê xweda ye:)
Şeyma
Gönderi Sahibi
O FORTUNA ok :) 🌼