Gönderi

Femînîzma Edebî
Puan vermedi·72 syf.··
2026 46. kitabı
·
15 günde okudu
·
Okunma: 08 Nisan 2026 12:36
Lorîn S. Dogan, di sala 1975an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Ew, yek ji wan çîroknûsên edebiyata kurdî ye; Serê Sibê pirtûka wê ya çaran (2024) e. Her sê pirtûkên wê yên din, Kirasê Teng (2007), Destên Vala (2012) û Sindoqa Girtî (2020) bi temamî ji çîrokan pêk tên. Lewra di edebiyata kurdî de dema behsa çîroknûsiyê tê kirin, li gel Hesenê Metê, Lorîn S. Dogan tê bîra min. Herçî ji çîrokan, ji çîrokên modern hez dikin teqez divê ji mêweya berhemên van herdu çîroknûsan tehm bikin. Ji ber ku min her sê berhemên wê yên din xwendine, ez bi rehetî dikarim li ser vê berhema wê hûr bibim, vê berhemê bi yên din ra muqayese bikim û behsa guherîna şêwaza Lorîn Xanimê bikim. Serê Sibê, ji 17 çîrokên kurt pêk tê û li ser hev 71 rûpel e. Pertûkeke tenik û herikbar e. Temaya çîrokan bi gelemperî wiha ye: jinbûn, têkiliyên jin û mêran, têgeha malbatê, hestên nuxamtî, tevgerên veşartî, eşq, gihîştin, veqetîn û hwd. Li gorî berhemên wê yên din, di vê berhema xwe da em dibînin ku nivîskara me bêtir bi nêrîn û helwesteke femînîst nivîsiye. Her çîrokeke vê pirtûkê di esasê xwe da rexneyek e bo civaka heyî û normên diyarkirî. Ango pirsgirêkên ji ber nasnameya zayendî zêdetir xwe didin nîşandan. Di berhemên beriya vê da, em dibûn şahidê pirsgirêkên ji ber nasnameya neteweyî jî. Bûyera komkujiya Helebçê ku ew di dîroka kurdan da û di hafizaya kolektîf da xwediyê cihekî girîng e, yek ji wan mijarên çîrokan bû. Wekî din dîsa helbet têkiliyên malbatî û têgehên wek jin û dayik jî bibûn mijarên sereke yên çîrokên Lorîn Xanimê. Di vê berhema wê de, çîroka ewil Serê Sibê ku navê xwe daye pirtûkê jî, bi metafora xwînê dest pê dike. Di heman demê da mijara çîrokê jî xwe dispêre rastî û qaîdeyên civaka kurd, di derheqê normên vê civakê de hin agahiyan dide xwîner. Dema min ev çîrok xwend yekser pirtûka Bextiyar Elî, Êvara Perwaneyê hat bîra min. Lewra ew pirtûk jî bi xwînê dest pê dike û dîsa bi xwînê diqede. Herçî xwendine dizanin ku ew pirtûka Elî, behsa belkî mezintirîn îsyan û redkirina normên civakî dike ku serlehengên berhemê bi xwe jî jin in. Helbet ev berhema Doganê jî îsyanek e û ji her çîrokên vê berhemê qêrîna jinan tê. Jinên ku nikaribûne ti carî bi dilê xwe bikin û bijîn. Nikaribûne ti carî ya dilê xwe bînin ziman, dengê xwe derxin, fikrên xwe bibêjin. Lewra ji aliyê bihîstin û xwegihandina dengê jinê ve ev berhem, li gel kêmasî û qelsiyên xwe ve mînakeke baş e. Dikaribû baştir bûya, baştir bihata şayesandin û hûnandin lê belê dibe ku di vê rêyê da ev berhem tenê pêpelûkek be. Dîsa jî pêdiviya me bi femînîzmeke mişt bi kurdî heye. Lewra pirsgirêka neteweya me û ya edebiyata me, piralî ye. Bi hêviya berhemên xurttir û dengên berztir, ji bo jinên me û edebiyatê..
Serê SibêLorîn S. Doğan · Avesta Yayınları · 20247 okunma
·
134 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.