Puan vermedi·132 syf.····Okunma: 19 Nisan 2026 15:48 Belge û çavkaniyên li ser dîroka kurdan, li ser şer, pevçûn, rêxistin û serhildanên kurdan, wekî tê zanîn, kêm in, nîvco ne, bi xeletîyan dagirtî ne û lewra jî yên heyî ji bo ronîkirina rabirdûyê û înşakirina pêşerojê pirr girîng û bi qîmet in.
Ev berhema di destê me da jî em dikarin bibêjin belgeyeke dîrokî ye ku di derheqê serhildana Şêx Seîd û bûyerên wê dewrê da agahiyan dide me. Min beriya vê berhemê jî li ser bûyerên wê dewrê çend tişt xwendibûn lê cara ewil bi vê pirtûkê min navê Fehmîyê Bîlal dît, ew nas kir û ji girîngiya kesayeta wî haydar bûm. Gelekî spas dikim bo wî dilsozî ku ev pirtûk gihande ber destê min.
Fehmîyê Bîlal, wekî ji navê berhemê jî diyar e, katibê Şêx Seîd e. Di derheqê jiyan û xebatên wî da agahiyên cur bi cur hene ku carna ev agahî hevdu nagirin. Amadekarên berhemê, Amed Tîgrîs û Bakî Kaymak çavkaniyên derheqê Fehmîyê Bîlal da berhev kirine û di bin vê pirtûkê da, dane hev.
Fehmîyê Bîlal ji Licê ye û bi gelek navên cuda tê nasîn. Hemû emrê xwe wî di xebat û rêxistinan da bihurandiye. Li gel katibiya Şêx Seîd, ew wek endamê rêxistinan jî xebitiye û ji xeynî xebatên siyasî, di karên cur bi cur da bo debara xwe kar kiriye. Kesên der û dora wî, ji devê wî çi bihîstibin an ji malbata wî çi gotin û tiştên din kom kiribin bi rêya hevpeyvînan anîne ziman. Bi saya jiyana wî, di derheqê serhildana Şêx Seîd da, derheqê Rêxistina Azadî da û derheqê gelek navên cuda da ku em wan îro wek pêşeng û rêber dibînin, agahî û hûrgilîyên bi qîmet digihîjin ber destên me. Ji wan navan çend mînak: Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza, Fayiq Beg, Mele Evdirrehman, Dr. Fûad, Seyîd Evdilqadir, Ekrem CemîlPaşa, Qedrî CemîlPaşa û hwd.
Fehmîyê Bîlal bi awayekî pirr xweş behsa Şêx Seîd kiriye, bi durustî û lehengiya wî piştrast bûye. Ji ber hezkirina wî piştî ku qanûna paşnavê derdikeve, Fehmîyê Bîlal paşnavê malbata Şêx Seîd digire: Fehmî Firat. Piştî ku serhildan têk diçe, Fehmîyê Bîlal diçe Rojava û Başûr, Piştî salan ku efû dertê ew vedigere mala xwe. Lêbelê dewlet wî rehet bernade û dişîne sirgûnê. Dawiya emrê xwe da dîsa vedigere mala xwe, lê mixabin felc dibe û di halekî xirab da koça dawî dike. Beriya mirinê wesîyet dike ku kêla merzelê wî rakin û merzel bi erdê ra bikin yek, xweliya wê dûz bikin. Naxwaze ku cihê merzelê wî bê zanîn. Pismamê wî di hevpeyvînê da dibêje ku wan vê wesîyeta wî bi cî anîye.
Gotin û çavkaniyên vê berhemê careke din nîşan didin ku xiyanet û bêtevdîrî wê ti carî nehêle kurd bibin milet. Heta nebin milet wê nebin dewlet jî. Ev tespîta alimê gewre Ehmedê Xanî ye û di roja îroyîn da jî em dibînin bo rewşa me derbasdar e.
Serhildana Şêx Seîd bi salan wek serhildaneke dînî û paşverû hate nîşandan. Lê belê ger meriv berê xwe bide wan rojan, çavkaniyan baş bixwîne, meriv ê bibîne ku ev gotin ji xeynî toximê fîtneyê ne ti tişt in. Şêx Seîd, beriya serhildan dest pê bike, di waeza xwe da wiha dibêje: "Mirov ku ne neteweperwer û welatevîn be, mirov nikare tu olekê jî bihewîne û ciyê mirovê xwenenas di tu olekê de jî tune ye. Û Xwedê olê li kesên azad ferman kiriye." (110)
Ev gotinên wî careke din bi me dide zanîn ku Şêx Seîd neteweperwer û zanayekî mezin ê miletê xwe bûye û ev serhildan jî rasterast ji bo xilasiya miletê kurd bûye. Helwest û sekna wan dê her tim ji me ra bibe rê, bibe fehm û feraset. Xwedê hezar car, hezar bar rehma xwe li wan bike..