Gotinên Bav Û Kalan Nexşên Li Ser Keviran
Îbrahîm ÊLIHÎ
Gotinên pêşîyan, mîrasa bav û kalên me ye
ku diderheqê kevneşopîyên civakê, rûmet
û bawerîyên xwe de hiştine û nifş bi nifş
hatine veguhêzkirin û heta roja me hatine.
Ev gotin, tiştên ku ji tecrûbe û çavnêrîyên
hatine dawervandin gihaştine me. Ji ber
vê di jîyana rojane de ji bo me erka rêberî
û şîretvanîyê hildigrin. Ji ber vê gotinên
berê di wêjeya gelerî û devkî de kevneşopîyên
pir giranbaha ne. Bi van gotinan
dîroka gel, bawerî û jîyana şirîkî,
rewşên wayî erdnegarî, sîyasî, debarî û
hwd bi zimanekî zelal, bi hevokên kin
pirwate weka mircanan ristekirî gihiştandine
me.
kitapyurdu.com/kitap/gotinn-ba...
#kitap #pirtûk #gotinenkurdî #kurdi #kürtce