Gönderi

Rênas Jiyan / Min Ji Te Hez Kir
ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e, ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e, ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e, min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir min ji te hez kir ez bûm yekî kafìr... min ji te hez kir mirina ku gav û seat di bîra min de bû, û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir ji bîr kir, min dilê xwe li mirinê rehet kir, min çi xweş kir min ji te hez kir ez bûm yekî nemir...
·
367 Gösterim
Yorumlar
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.