Pirtûkeke kurt, şêst rûpelî, çawa dikare hemû êş, elem û kovaniya miletekî raxîne ber çavan? Ya ku edebiyatê watedar û bihêz dike ev e gelo? Nizanim. Yekane tişta dizanim ew e ku gotin sotin e. Welhasil.
Segwer (Reyîn), romana Mihemed Mukrî, di sala 2015an da ji weşanxaneya Avestayê derçûye. Pirtûk bi zaravayê Soranî hatiye nivîsandin, Besam Mistefa ew ji bo kurmancîyê wergerandiye.
Nivîskarê berhemê, Mihemed Mukrî ji Kerkûkê ye û wextekî pêşmergetî kiriye. Ev berhema wî jî meriv dikare bibêje xwe dispêre jiyana wî ya şoreşgerîyê û belkî jiyana hemû şoreşgeran.. Mihemed Mukrî di heman demê da dostê Mueyed Teyib e û vê berhema xwe pêşkêşî cenabê wî kiriye.
Segwer (Reyîn), me dibe nav atmosfereke tarî, nava çar dîwarên zindanê, nava hucreyeke bi qasî quncikekî, li cem şervanekî dîlgirtî, di destên wî da zincîr, hikmê daliqandina wî hatiye danîn, li benda dawîya xwe ye.
Demeke dirêj e min pirtûkeke hewqas bi tesîr negirtiye, nexwendiye. Pirr êşiyam. Heyfa canên çûyî.
Mehkûmek, reyînek, wê were daliqandin, di wê kêliyê da her carê diçe rojên berê, rojên serî çiyê, rojên li cem hevalan, rojên bi malbatê ra... Şahidiya wan kêliyan ewqas zehmet be gelo jiyîna wê ra çi wêrekî divê? Nivîskarê gewre ew e ku hest û giyanê mirov serobino biket..
Vê pirtûka kurt û kûr rasterast berhema Victor Hugo Bir İdam Mahkûmunun Son Günü anî bîra min. Ew teswîra mekanê, vegotina kêliyan, tevger û fikirînên mehkûmî û biryara îdamê ku ji bo herdu karakteran hatiye dayîn. Ji gelek aliyan va dişibin hevdu. Lê berhema M. Mukrî serkeftîtir bû bi min, axir êşa meriv li ku der bibe, meriv xwe dispêre wir.
Di pirtûkê da tişta ku meriv diêşand yek jî têgeha dayikê bû. Dayika wî mehkûmî, dayika hevalên wî, hevdîtinên di zindanan da, girîn û qêrînên wan.. Dayik şahidên herî ewle ne ji bo dîroka miletê xwe û hilgirên herî qewîn in bo êş û azarên wî miletî. Lewma ew kêliyên mehkûm û dayika wî, wek sûretê rasteqînîyê bû di nav wan rûpelan da.
Ji aliyê ziman, zeman, mekan, vegotin û hûnandinê va romaneke xweş û serkeftî. Vebêjer mîna ku bi kesê duyem ra biaxive çîrok vegotiye, ango bi teknîka Tu (you narrator)yê. Di edebiyata cîhanê da metnên Llosa, Calvino û hwd. mînakên vê teknîkê ne. Di edebiyata kurdî da jî wek tê zanîn pirtûka Mehmed Uzun a bi navê "Tu" bi vê teknîkê hatiye nivîsandin, ger beriya wê mînak tune be, meriv dikare bibêje berhema Uzun mînaka ewil e bo vê teknîkê.
Hûrgilîyên romanê gelek in helbet, ji bo dîtin û gotinê divê meriv bixwîne, bide xwendin. Pêşniyar e. Bi hêviya mînakên geştir.