Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Min hez kir
ha iha, ez niha ji kê gazinan bikim, ji te lome nabe, min hez kir, dilê disoje, çavên rondikan dirêjin, serê xwar bûyî, milên xûz, rojên westiyayî, mejiyê lolijî, yên min in, ez niha ji kê gazinan bikim, ji te lome nabe, min ji te hez kir, ti carî te hez nekir, çawa min ji te hez kir, erê her teyr difire bi bazkên xwe, diçêre bi nuklê xwe, dimîne bi dilê xwe, lê ez bê te sêwî mam, ha iha, ez niha ji kê gazinan bikim, ji te lome nabe, min hez kir ji te, bê qiyas û bê pîvan, ne tê pênasekirin, ne tê ravekirin, min got qey min tu xistiyê dilê xwe, tu nabêjî ez tê de êsîr mame, ez bûm êsîrê evîna xwe, ez niha ji kê gazinan bikim, ji te lome nabe, min hez kir, min hez kir Û min nizanî ya hez dike ez im, min nizanî ya tê hezkirin ez im.
·
19 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.