bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bixwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mîna kûçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
pehîna xwe li te bide
biçî ku her kes kûçikê xwe berra te bide
him tu kes bêxwedîtiya te qebûl neke
him tu kes li te xwedî dernekeve û li seranserî cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jê tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be
ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî!
ferîd xan