Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

392 syf.
·
Puan vermedi
Türkçesini yorumda bulabilirsiniz.
Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim. Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?... Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov. Lê kîjan mirov? Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne hewceyê dirêjkirinê ye. Mîna ku di pirtûkê de dibore, Wî agir bi dilê me xist û çû...( #52455986 ) Hinek deran bi rastî kelegirî bûm. Ma ez ê çawa ne kelegirî bim? Piştî ku van êş an... Mîr Celadet, kurê Emîn beg, neviyê Mîr Bedîrxan... Ji malbatek pîroz, bi ked, bi êş. Bawerim ku êş ji bextewarbûnê rastir e. Ji ber wê ye ku her mirovên êş dîtî dilpaqij e, gotinxweş e, xwenas e... Fotografek dikare ji mirovî re her tiştî bibêje, Mehmed Uzun jî bi 16 fotografan 16 caran bi hestên mirov dilîze. Pirtûkek dilê we çi qas biêşîne ew pirtûk jî ew qas rast e. Bi taybetmendiya Celadet; malbata Bedîrxan, gele Kurd û demên Osmanî û Tirkiye hinek bûyerên hatiye jiyîn tê gotin, bi zimanek xweş û bi êş. Li hinek deran şirînbûna Rûşen Xanim ê diyar dibe di nav ewqas êş an de. ( #52082606 ) Li hinek deran gotinên dilşewat ( #52110228 ) te mat dike û dixe di nav hizran de... Emîn Beg di got yadê kurê min ê li bapîrê xwe were. ( #52082065 ) û lê hat jî. Ne kêmtir ne zêdetir... Ceco yê Rûşen Xanim ê Hawar û Ronahî derdixe, ji bo ku bi zimanê tişktekê bide xwendin. Mêraniya bapîrê wî di rehên wî de jî digeriya. Bû zimannas, kovar, pirtûk, helbest... û bû Mîrê Kurdî... Hin gotin û peyv hene ku tê de jînek, emrek veşartiye...( #52081291 ) Êdî ji bo me jî gotinê Ceco wê jînek nîşan bide. Xwestekên wî, kedên wî, êş ên wî... Wê gelek tiştan nîşanî mirov bike. Ji bo kesayeta wî em çi bibêjîn jî nikarin bînî ziman... Ev pirtûk qet we kêfxweş nake! Wê tenê rastiyê nîşanî we bike, wê tenê êş ê... Tu tiştek nîne ê we kêfxweş bike ( #52479065 ) Ger hûn ji rastiyê hez bikî wê gavê êş ji bo we dibe mînak. Bixwînin, biêşin û xwebinas in... Ne keda Ceco tê ji bîr kirin ne jî ev pirtûka Mehmed Uzun. Bêguman çawa ku Ceco li bapîrê xwe ew qas jî li gelê xwe hat, zimanê hat... Sipasdar in. Û vê sipasiyê em ê bi xwendina zimên bînî ziman. Rihê te şad be Ceco, niha em jî dilşewat in...( #52455986 ) Çendî ji min hat min xwest ku bi zimanek xwerû binivîsim. Di lêkolîn û şîroveyên xwe de kêmasiyê min bêguman wê hebe, ji bo vê lê borîna xwe dixwazim. Bi Kurdî bimînin...
Bîra Qederê
Bîra QederêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20133,343 okunma
··
665 görüntüleme
Murat okurunun profil resmi
Yine sen yine harika bir inceleme. Eline sağlık dost👍
Dijwar okurunun profil resmi
Sağ olasın Murad...
Bu yorum görüntülenemiyor
Bu yorum görüntülenemiyor
Bu yorum görüntülenemiyor
14 öğeden 11 ile 14 arasındakiler gösteriliyor.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.