Gönderi

Çîrokek
Dibêjin bihuşt tunebûye û tiştekî wisa jî tuneye. Rîwayet dibêje dema ku Xwedê hezretî Adem ji axê çêkir û piştî gunehkariyekê ew ji Baxê Edenê bi dûr xist, heta mir jî Xwedê destûr neda wî ku ew careke din li wê axê vegere. Piştî demekê hezretî Adem gelekî bêriya wî erdê xwe kir, ew erdê ku Xwedê ew jê çêkir. Ewqas bêrî kir û ewqas bi nexş û xweşikiyan ji zarokên xwe re behsa wî erdî kir ku bêhna giya û gulan digihîşte zarokan. Û dûre jî ev nîgara bêrîkirina wî, di serê nifş û neviyên piştî wî de, nefs û navekî bihuştê wergirt. Ew wisa pê jiya û wisa jî mir. Û herweha ji wê rojê û pê ve ye ku navê bihuştê di nava nifşên piştî wî de belav bûye û îro jî her wisa ye. Û ev dîtin, dîtina ku dibêjin bihuşt tuneye ... aniha ez baştir têdigêhîjim.
·
12 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.