Berîya ku nivîskar vê berhemê biafirîne ev erdnîgarî nivîskar diafirîne dikemilîne, dibe tuxmê zayîna wî ya duyemîn. Êdî ji bo wî rastî, rastîya hunerî ji nû ve teşe û mane distîne. Li wê dera dûrî medenîyetê, di nav xwezaya hişk de mirov jî layî hokerên dîtir parçeyrkî wê xwezayê ne, loma li vir mantiqekî dîtir ê mirovan heye.
"Gava te rahişt vê pirtûkê ji bo xwendinê, bila ferheng û defterên gerokên mezin
li ber destê te bin.
Tiştên li vir nivîsandî, dilopên parzinandî ne, yên serbûrîyeke mirovane.
Heye ku rojekê, bi kêrî gerokekî din î rêşaşkirî yan jî rêwinda bên."