Gönderi

Roja Zimanê Kurdî li me pîroz be...
Roja zimanê Kurdî, 15'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.
··1 alıntı·
60 Gösterim
13 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Ziman wateya hebûnê ye. Heke ku hebin, wê bi ziman hebin...
Bi rêzdarî Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî yad dikim. 🙏💛
Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe. youtu.be/W10df5jEQR0
Pîroz be✌
Em gelek spasdar in ji bo kedkarên zimanê kurdî. Ez cejna zimanê kurdî jî hemû gelê kurd pîroz dikim. 🙏🙏🙏🙏