Dewra felekê li ser me kîn e
Bextê me reş e, kezeb birîn e
Mesken ji me re niho nivîn e
Binve kezeba min binve lo! lo!...
Ne mal û ne saxî û ne rahet
Talan kirine hemî ji mîhnet
Dijwar e gelek belayê xurbet
Binve kezeba min binve lo! lo!
Hewqas tu mebêje ev çi hal e
Bê sebr mebe welê menale
Ewn û kerema Xwedê heval e
Binve kezeba min binve lo! lo!
Sayfa 81 - Loriya Bedirxan