Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

100 syf.
10/10 puan verdi
Bişaftin Penceşêr e.(jiyan bi Kurdî xweş e.)
Zimanê mirovî, welatê mirovî ye. Silav ji we re hevalno! Nivîskarê vê pirtûkê Bahoz Baran wekî Xanî, Celadet, Koyî, Axtepî û Cegerxwînî dildar û evîndarê zimanê xwe ye. Evîna wî, wekî dilopên baranê yek bi yek niqutî dilê wî û niha jî ji wan dilopan bi rêya pênûsa wî ya tûj û geş lêhî li ser kaxidan rakirîye û di encamê de “Ferhenga Bişaftinê” derketîye meydanê. Vê berhema qedirbuha bixwînin û qedrê wê bizanin, her gotinên wê ji xwe re bikin şîret lê emanet xwe ji lehîyên “Bişaftinê” biparêzin. “Şerma mezin ew e ku mirov zimanê xwe nizanibe.” Ferhenga Bişaftinê, xebata 15 salan e. Di van panzdeh salan de Bahoz Baranî tiştê ku bi çavên xwe dîtine an jî bi guhên xwe ji wan re şahidî kirîye; hemû yek bi yek di vê berhemê de kom kirine. Di vê berhemê de ji xwendevanên xwe re ta bi derzî ve kirîye. “Belê zimanê me heyîna me ye.” Hem nexweşîya derdora xwe û hem jî nexweşîya civak û welatê xwe bi awayê çemê Feratê, bi guşeguş nivîsandîye. “Eyb e, şerm e, fihêt e! An hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an nebêjin em Kurd in, bê ziman Kurdîtî jî we re ne rûmet e, ji me re rûreşîyek giran e.”
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan
Her gotina wî bi derb e û cihê xwe asê digire. Her mijarê bi zargotina dewlemend ve girê dide, ev wateya peyvê hîn gurtir dike û wekî agirê nekedîkirî hema çi dikeve ber dişewitîne. Efûkirin li balê tune ye û mafdar e jî ku tune be. Ji parlamenteran bigire heta kal û pîran, ji serkomelan û şaredaran bigire heta xebatkaran, ji mamosteyan bigire heta xwendekaran, ji dayîkan bigire heta cêhilan û tevî pergala xedar; hema çi ketibe ber, nîşana xwe girtiye û tîrên rexneyan bi ser wan de barandîye. “Xorto! Te jî dîroka miletê xwe karek li ser xwe girtiye. Ew karekî giran e. Jixwe barên giran para mêran, para mêran barên giran in. Te ew kiriye pişta xwe û daye kaşê çiyayên ku bi rê ve bilintir û asetir dibin. Herçend hildikşî û ji deştê dar dikevî, diwestî, lê ewçend zexm û xurt dibî. Hawîr diguhere, tiştên nenas dibînî.” Hêvîdar im ku ev guşeguş û nalenala vê berhemê ji ezmanê hefta derbas bike û pêlên xwe bighîne her cihî. Hêvîdar im ku ev berhem bibe derman ji birîna zimên re. Hêvîdar im ku qîmeta vê berhema giranbuha û wekî mîna durrê biqîmet her daîm bête zanîn. Hêvîdar im ku ev berhem tu carî ji destan nekeve xwarê û hêlîna xwe di hemû malan de çêbike.
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan
Ferhenga Bişaftinê
Ferhenga BişaftinêBahoz Baran · Wardoz Yayınları · 201730 okunma
··
680 görüntüleme
Pukeleka okurunun profil resmi
HAYAT KÜRTÇE’YLE GÜZEL ASİMİLE OLMAK KANSER’DİR İnsanın dili, onun yurdudur. Merhaba arkadaşlar! Bu eserin yazarı Bahoz Baran, A.Xanî, Celadet Ali, Haci Qadirê Koyî, Şêx Evdirehmanê Axtepî ve Celadet gibi bu dile (işe) gönül vermiş, aşık olmuş biridir. Onun bu aşkı yağmur damlaları gibi birer birer içine doğdu. Ve o şimdi o damlalardan keskin ve parlak kalemiyle kağıtları taşmakta, bunun sonucunda da "Ferhenga Bişaftinê" yî ortaya çıkarmıştır.Bu kıymetli eseri okuyun, değerini bilin. Her kelimesini her cümlesini kendinize öğüt edinin. Ama size bir öneri vereyim: kendinizi asimile olmaya karşı koruyun! Ayıp olan odur ki insanın kendi dilini (anadilini) bilmemesidir. "Ferhenga Bişaftinê" de 15 yılın emeği. Bu 15 yılda Bahoz Baran gördüklerini, duyduklarını ve şahit olduklarını birer birer bu eserde yayınlamış ve okuyucularına sunabileceği şekilde sunmuştur. Evet, dilimiz bizim varlığımız, varolma sebebimizdir. Hem çevresindeki sorunlarını, hem toplumsal sorunları hem de memleket sorunlarını Fırat Irmağı gibi gümbür gümbür (harıl harıl) yazmış. Ayıptır, yazıktır ya kendi anadilinizde okuma ve yazmayı öğrenin ya da Kürt olduğunuzu ve Kürt kimliğine sahip olduğunuzu söylemeyin. Anadilsiz bir Kürtlük sizin için bir şeref olmamalı aksine sizin için utanç ve aşağılayıcı bir durum olsun.
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan
Her söylediği nokta atışı ve yerini daha da sağlamlaştırıyor. Her konusunu zengin kültüre bağlıyor ve bu kelimenin anlamını daha da( açıklıyor) yaban ateşi gibi önüne gelirse silip süpürüyor . Vekillerden tutun yaşlılara kadar, partilerden, belediyelerden, çalışanlara kadar, annelerden tütün gençlere kadar ve( kıyıcı ,ağır, çökmüş) sistem dahil önüne ne çıkmışsa hedefini belirleyip eleştiri oklarını onlara yağdırmış. Ey genç! Kendi milletinin tarihinden üstüne düşen(yükü) görevi aldın. O ağır bir (yüktür) görevdir. Zaten yiğit adamın yükü ağır olur.sen o yükü alıp dağ yokuşlarını çıktın mı, hani yürürken daha yüksek ve daha sarp olur. Çevre değişir ve bilinmeyeni görürsün.
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan
Umuyorum ki bu eserin haykırışı yedi katmanı deler geçer ve etkisini her yerde gösterir. Umuyorum ki bu eser dil yarasına merhem olur. Umuyorum ki bu paha biçilmez yapıtın değeri kıymetli inci gibi bilinir. Umuyorum ki bu yapıt ellerden asla düşmez her evde kendine yer bulur
Bu yorum görüntülenemiyor
Bu yorum görüntülenemiyor
Bu yorum görüntülenemiyor
Fuat Taş okurunun profil resmi
Yazıyı okuyana kadar şekilden şekile girdim 😁
Gulsînem okurunun profil resmi
Dilê te û destê te sax be .! 💐
Pukeleka okurunun profil resmi
Spas dikim😊
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.