Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe,
Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen,
Rûdinişt li hewşê, li hember Cudî
Kilam digot û birînên xwe dikewand
Diya min, bavê min,
Stêrka qurix bû li lûtkeyên mêrxasiyê
Hêrsa xwe li titûne werdikir
Kovaniya xwe dişûşt li ser kilamê min
Li vî bajarê bextreş û bejnçiya
Destê xwe dirêjî kaniyên heyatê kir
Her carê li birînan likumîm
Her carê kulbişav bû para min
Karwanî dihatin ji çar alî cîhanê
Leglegên barê wan evîneke kevnar û boş
Hemû pirtûkan behsa min dikir
Hemû evînan çêja xwe ji min distand
Ez bûm, despêka gerdûneke nipinû
Bûkeke dilkovane niha rûsor li berderiyê
Dicle, şal şapik, serbidev û şerabê dipê
Erê min got quling dibuhurin di rûyê min de,
Kew avê vedixwin
Li deşta Dêrgulê asikeke delal im
Li Bestayê balindeyek nikulkêr
Gelek tofan dî me, gelek karesat, bobelat
Û daketime li bin heft tebeqê dine
Lê ne bejna xwe tewandî me
Ne çong veda me
Mîna rûspîyekî zarxweş û bi efsûn
Pala xwe dame çiyayê nimêjê
Şîr didoşim ji memikên rojê
Ax! Mirovê mihreban
Bi te destpê dike evîna min,
tenêtiya te bê min
Were! Dirêj bike destên xwe
Em ji nû ve binivîsin çîroka serdemên kesk
Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe
Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen...