Jin Dergisi'nde Ebdurrehîm Rehmî, kurulan Kürd Kadınları Tealî Cemiyeti'ni Kürtçe yazdığı "Jî bo Civata Dayikan" adlı bir şiirle kutluyor:
Ji bo Civata Dayikan
Pirsî ji esrê dewran: "Fenn û tereqqîya te
Dewlet serê çi ye?" Got "dewlet serê jinan e"
Lewra qe nahewin ew, şev û roj wan xebat e
Ca zarîyek mezin kin; jîna welat bi wan e
Însan bi eslê fitret ne qenc e, ne xirab e
Qenc û xirabîya me bi rakirina dîyan e
Emrê Resûl e: "Cennet bin pîyê ummehatan"
Lewra deha w zekawet bi terbîya ewan e
Ilm û fezîleta wan hindî biket tereqqî,
Techîz bibin mukemmel b' exlaqê maderan e
Em dê bilind bin hinde, heta bigihêne ewcan
Wextê felah(i) bûnê, zeman jî ev zeman e
Gotin vekirne dayan "civateke bilindî"
Ya Reb tu pêkve bîne, tewfîqekê de wane
Rehmî nedît ku laiq teqdîm biket hediyye
Hediyye ger qebûl bit, wî daye cîsm û cane.
• Ji Mala Hekarîyan Ebdurrehîm Rehmî