Dîcle me ez, qirîna hezar salan
Girîna nû ya îro,
Şahid im ez, wext, dewr, dewran
Xewn, xeyal, hêvî
Olana qîrînê, nalîna girînê
Şev, roj, heyam, meh, sal,
Tav, heyv, stêr, hemû bi min re,
Hemû di deriyê min re borî
Dest im ez, li ser deriyên dewr u dewranan
Deri vedibin yek bi yek
Deng dertên, kite bi kite
Riya min, ji jor ber bi jêr
Di nav hemu xweşiyên dinyê re
Di nav axa reş, axa sor, axa kils re
Ax, ez im, ax hêza min...
Hêşinahî, geşî û xweşî
Bereket, ber, heyina axê
Hemû ez, hemû Dîcle, hemû ji min
Rehê min di nav axê de pê re
Asimanên wê, ewrên wê
Bi çivên min rengin, bi şewqa min çirusî
Û pêlên min, bi ba, baran u lehiyan rabûyî
Çavê min, bijangên min
Nobedarên wextê, heyam u dewrê
Û qirîna min, li ser axa şewitî
Di nav çiyayên xopan, gelîyên kûr de
Ev çi hal e, ev çi hewal e?
Ka welatê aş, ka zemamên baş?
Dîcle me ez, sebra hezar salan
Li ber ba û bahozê rawestî
Li ber agir û şewatê xwe ragirtî
Li hember lîstikên bîr u heş her zînde
Berxwedan qewle min e
Ne ji çavsorîye, ji bêgaviyê
Ne ji zordestîyê, ji bêçaretîyê
Rê u bend li min tên girtin
Ne iro, ne do, ne pêr, hertim
Lê rewan im ez, hertim geh ji vir geh ji wir
Di nava qelîşekên kevira, bihûrên zinaran, newalên çiyan re
Ez im, dengê ava qedîm
Dengê min mîrat ji do, mîrat ji bo sibehê
Dengê min li ser şer u pevçûnan
Di ser birîn, mirin û kuştinan re
Bi te re ho însan, ho dilê brîndar, ruhê sûzen
Ho nîfşen do yên yên ketî, nîfşen bê yên sext
Ho însan, xwediye mîratê
Tu li kû yî?
Te li kû hembêz bikim, bihewînim
Li kû dinya kete xewê
Keser, derd, xizîn û birîn sincirî
Deng hate birîn
Li kû deng hişyar dibe
Li kû ez ê dengê xwe bigihîm te, ho însan?
Sayfa 274