Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

EY WELAT II
Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê teme Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê tema şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê teme Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema Ez dîrokê ser devê milet û komarê teme Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika Dengê qotîna şivan horhora cotkarê teme Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê teme Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê teme Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema şapik û şalim li bejna canfîdakarê teme Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê teme Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer Rengê ala ku li banê şah û xunkarê teme Vîngeha gelyê Elî beg xakî nav perda me ez Bax û mêrg û dehlê şeqlawe û Berwarê teme Berfa Sîpanê xelatim şîp û ava kaniyan Madena zîvê sipî û cok û cobarê teme Penc û tîrêjim di nîva çerxê gerdûnê teda şeb çiraxê çol û gund û şehr û bajarê teme Xêz û bendê zendevesta me li gelyê Laleşê Pîremerdê şehrê Yezdim ez li ber arê teme Rengê Homan ol perestê pût û latê Azerim Felsefa Mezdik û Manî neqş û nîgarê teme Hîmê qesra Serçixanê sûr û benda Amedim Keleha Mardîn û Dara herdû bajarê teme Lenger û stûnê pira Bafet li ser dicle me ez Kavilê Birca Belek rewşa ewî şehrê teme Torevan û şa`irim îro li nêv xaka welat Xamekêşim dem bi dem ez xweş nivîskarê teme Dil bûye îro li min war û cihê derd û xema Hemdemê jar û perîşan û sitûxwarê teme Her dema roja te bê ez piştê nadim dijmina Tu ji min bawer bike dijminê neyarê teme Ger ku Tîrêjim bi rastî bîr û bawerya m` ev e Ta bi mirnê ger ne wa bim ez gunehkarê teme.
Seydayê Tîrêj
Seydayê Tîrêj
·
49 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.