Gönderi

180 syf.
10/10 puan verdi
'heta ku erd bibe rûyê evînê..
Xwedê dilekî dide mirov, mirov bi wî dil î ve dikeve rêyekê, hewldanên ji bo şopa azadiyê û xeyalên azadiyê ji ba dil ve li ber zar û nevîyên mirov diherike. . Eger mirov bixwaze azadiya gel pêk bîne, divê mirov ji Hesê Karezî fêm bike ku mirin di wê rêyê de di navbera te û hezkiriyên te de ye û henek dixwazin  tav a te biçirînin.. . Hesê Karezi; Mala te, hespê te dişewitînin, lê ew ronahiya ku bi agir derdikeve, tarîtiya te ye. Agir ji te hespê te stand. Dema em pirtûkê dixwînin em dizanin ku dojeh ji bo kesên di rêya azadiyê de ne ewqas dûr e lewra hikûmet dişewitîne, esker, bê şerm dişewitînin. Lê Xwedê mezin e. Ew ê rojekê bi ronahîya me kor bibin, Xwedê mezin e. . Fatê, min dilê xwe  cihê ku te Meryem lê veşart hişt. Mîna te porê Meryem ê parast, ez ê êşa xwe veşêrim. Ne wek hev e, lê tu min biborîn e.Ew tenêtî bû ya te bû , te li pey Hesê û Porsor xist. Te jî dizanîbû ku jiyan ji jinan hez na ke. Te ji dizanîbû ku tenêtî dikare jinekê têk bibe. Jinbûn bi xwe zor e, pirsgirêk ne tu yî. . Yaşar Kemal dibêje, rast jî dibêje: " Ew kesên baş li hespên spî siwar bûn û çûn." Hesê Karezi  û Şeşper çûn, lê Cemîl ez dizanim ew her tim bîra te danin. . Cemîl, dibêjin ew kesê bavê wî mir  kor dibe lewra ji nû ve avakirina stûna hilweşandî ya malê zehmet e, pirr zehmet e. . Girtîgeh çar dîwar in, lê çar dîwar her tim mirovan naparêzin. Ne girtîgeh in , cihê êşkenceyê nin. . Di lêgerîna azadiyê, şopa bapîrê xwe de ;Hesen. Difikirin ku wê fikra azadiya wî  bitewînin, wî dixin girtîgehê. Sûç ê wî, xwendina pirtûkên bi zimanekî qedexe hatibûn nivîsandî bû. Sûç ê te ewgas e Hesen, ew ji bo wan bese, bo heta dil ê xwe rehetkin  li te din. . Dîrok me vedişêre, henek her tim hewl didin ku şopên me nehêlin, xera bikin. Hêja Cemîl li şopa Hesê Karezî de dimeşe . Hêja yek ji wan kesan e ku xwe ji bîr nekiriye . Ji bo ku xwe bîne bîra xwe ji Stenbolê diçe Amedê. Mîna ku çûye ba Hesê Karezî. . Em ê ji ser koka xwe bixweşî berdewam bikin.Em ê çandina tovên azadiyê bidomînin. Ev şer naqede, 'heta ku erd bibe rûyê evînê.' " .
Leqat
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 035 okunma
··
183 görüntüleme
Ronahî okurunun profil resmi
Xwîşka min, te baş nivîsandîye.. ji nivîsa te kêfxweş bûm, te pîroz dikim delala min ...
Rozerîn okurunun profil resmi
Spas, ez ji kêfxweşîya te re kêfxweş bûm. 💖
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.