Lehengê çîroka me Behram, Behram ê Kawaşî xwendekarê fakulteya îlmê îlahî û li zaninge bajarê E yê xwendekar e. Xwediyê xêniyê Behram Lûlûxan Behram dawetî gundê xwe dike. Dawiya heftiyekê Behram diçe gundê Argonê dibe mêvanê Lûlûxan û malbata wî. Lûlû Xan li gundê Argonê bi jina xwe Geştîna û herdu zarokên xwe yên cêwî Nagîna û Aryan re dimîne.