"A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêviya min golik, baweriya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik..."
"Bi hezaran û gelek hezaran bawer neke. Ji bîr neke... dema ku piranî xwe li derekê bigirin, li derekê bicivin, bizane ku Rastî ne li wir, lê li dereke din e. Loma ji wir dûr biçe û lê bigere. Rastîya ku ez dibêjim, zanîn û gunehkarîya ku ez dibêjim ji berê de welê ye. Peyam welê ye. Ji dema Mîrê Mezin û Xwedê ve welê ye."
" Û herweha... çawa ku di daxwazên mêrekî sermest de cudayiya jineke helal û heram namîne, di bawermendiyê de jî ji bo min ferqa olan nema. A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêvîya min golik, bawerîya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik..."
"Gotinên ayîn û lavayên wan heta guhê min zelal nayên ku ez bibihîzim ka çi dibêjin. Lê ew melodîya ku ew pê ayîn û lavayên xwe dibêjin ewqas dilgîr, ewqas dilşewat e ku tenê di stranên kurdî de meriv rastî tiştên welê tên."