Lehengê çîroka me Behram, Behram ê Kawaşî xwendekarê fakulteya îlmê îlahî û li zaninge bajarê E yê xwendekar e. Xwediyê xêniyê Behram Lûlûxan Behram dawetî gundê xwe dike. Dawiya heftiyekê Behram diçe gundê Argonê dibe mêvanê Lûlûxan û malbata wî. Lûlû Xan li gundê Argonê bi jina xwe Geştîna û herdu zarokên xwe yên cêwî Nagîna û Aryan re dimîne.
Ez ji Mesîh şikiyam, ji Xwedê sar bûm. Serwext bûm ku xêra wan tuneye, wekî din jî cîhekî bi navê dojehê tuneye, serwext bûm ku dojeh tenê rewşek e, weke wê rewşa li pişt dêra Ezîz Gevorg... li wir meriv banî Xwedê nake û meriv daxwaza dilovaniyê jê nake... li wir, li dojehê meriv ji Xwedê nefret dike ku wî çima însan û ji însanan jî zalim afirandine.
û herweha... çawa ku di daxwazên mêrekî sermest de cudayiya jineke helal û heram namîne, di bawermendiyê de jî ji bo min ferqa olan nema. A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêviya min golik, baweriya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik...
Ji bîr neke... dema ku piranî xwe li derekê bigirin, li derekê bicivin, bizane ku rastî ne li wir, lê li dereke din e. Loma ji wir dûr biçe û lê bigere.
"A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêviya min golik, baweriya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik..."
“Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm.”
Belê hevalên xuşewîst bi vê gotin ê( gotina seîd ê kurdî ye) pirtûka me diqede. dizanim min we nav jêgiran de hişt biborin. Lê sûc ê min nîn e
Ji ber ku her gotin pir hêja û kurdî bû:) wek navê pirtûk ê jî dîyar e, ji gotinên navdaran pêk tê (navdarên cîhan ê) û hin gotinên anonîm û hin jêgir jî ji pirtûkan hene. Bi rastî min qet ne dixwest ku dawiya wê were. Ji ber ku her gotin ji penûsa zana, nivîskar û rewşenbîrên çîhan ê
ên herî navdar pêk tên. Mirov dikare ser her gotin ê demjimêran bifikire û rawe bike. Jixwe ez bawerim ev hişmendî bi were jî çêbû, biwan gotinên parvekirî. Silav û hez…
“Gava mirov jiyanê û nejiyanê weke hev bibîne, hingî mirov digihîje azadiya xwe.”
"Bi hezaran û gelek hezaran bawer neke. Ji bîr neke... dema ku piranî xwe li derekê bigirin, li derekê bicivin, bizane ku Rastî ne li wir, lê li dereke din e. Loma ji wir dûr biçe û lê bigere. Rastîya ku ez dibêjim, zanîn û gunehkarîya ku ez dibêjim ji berê de welê ye. Peyam welê ye. Ji dema Mîrê Mezin û Xwedê ve welê ye."
"Gotinên ayîn û lavayên wan heta guhê min zelal nayên ku ez bibihîzim ka çi dibêjin. Lê ew melodîya ku ew pê ayîn û lavayên xwe dibêjin ewqas dilgîr, ewqas dilşewat e ku tenê di stranên kurdî de meriv rastî tiştên welê tên."
" Û herweha... çawa ku di daxwazên mêrekî sermest de cudayiya jineke helal û heram namîne, di bawermendiyê de jî ji bo min ferqa olan nema. A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêvîya min golik, bawerîya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik..."